Diyarname
Roja 11'yê rezbera 2003'yan du balafiran li kûleyên li DYA'yê dan. Îro 20'în salvegera vê êrîşê ye. El-Kaide ku bingeha wê li Afganistanê bû ev êrîş girtibû ser xwe. Û niha Afganistan ket destê talîbanan û Amerîka ji wir vekişiya. Di vê rojê de kovara alman a navdar Der Spiegel karîkaturek li ser vê 20 saliyê û li ser vê rewşê belav kir.
Pêşî agahî: Di bûyerê de li New York, Washington û Pennslvaniayê 2 hezar û 977 kes mirin. Ji bilî sivîlan 343 îtfaîyekar û 72 endamên hêzên ewlehiyê di dema li ser enkazan dixebitiyan mirin. Her wiha di êrîşê de bi ser 25 hezar kesî de mirov birîndar bûn.
Di 20'emîn salvegera vê êrîşê de ji Der Spiegel a alman Chappatte karîkaturek çêkir. Karîkatur êrîşa li kûleyên DYA'yê û rewşa dawî ya Kabîlê (Afganistanê) daye ber hev.
Vaye ew karîkatur: