Diyarname
"Jiyana Veşarî ya Hunermendên Mezin" bi wergera Sevin Okyay niha li Tirkiyeyê hat weşandin.
Pirtûka "Jiyana Veşarî ya Hunermendên Mezin" li dinyayê di nav lîsteya pirtûkên ku herî zêde tên firotin de cih girt. Pirtûk ji aliyê Elizabeth Lunday ve hatibû nivîsandin û niha ev pirtûk bi tirkî li Tirkiyeyê derket. Pirtûk ji aliyê rexnegira sînemayê û nivîskar Sevin Okyay ve hate wergerandin.
Di pirtûkê de ji Leonardo (qaşo sodomist) heta Caravaggio (qatilê ku hatiye darizandinl), ji Edward Hopper (bi 'li jina xwe dide' hatiye sûcdarkirin) heta gelek wênesaz, peykersaz û hunermendên din gelek agahî hene. Anekdotên li ser jiyana hunermendên navdar ku veşanî maye di pirtûkê de tê pêşkêş kirin.
Ji wan hin mînak:
Ji ber ku bêhnek pîs ji Michelangelo dihat asîstanên wî nekarîn li ben bixebitin.
Vincent Van Gogh carinan ji tûpa boyaxê boyax dixwar.
Georgia O'Keefe gelek hez dikir wêneyên tazî çêbike.


