Diyarname
Åžanoya Bajêr a Amedê ji bo 3 rojan li Stenbolê kon vedide. Åžano, dê bi lîstina xwe "Mirina Jeanne d'Arcê ya Din" sê caran derkeve pêÅŸberî temaÅŸevanan.
Lîstika ÅŸanoyê 'Mirina Jeanne d'Arcê ya Din' ji aliyê Stefan Tsanev ve hatiye nivîsandin û Berfîn Emektar derhêneriya wê Berfîn Emektar kiriye. Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandiye, NurÅŸen Adiguzel, Yavuz Akkuzu û Ozcan AteÅŸ têde dilîzin.
Lîstik bi ser efsaneya Jeanne d'Arc re, mirov, kes, ol, neteweperestî dide ber rexneyê. Lîstika bi hêmanên komediyê hatiye xemilandin, li hemberî bîrdoziya serdest serketina kesan bi xwe bi xwe tîne ser dikê.
Åžanoya Bajêr a Amedê vê payîzê yekemîn car ew derxistibû ser dikê. PiÅŸtî hin bajarên Bakur, vê carê li bajarekî din ê mezin ê kurdan, li Stenbolê tê lîstin. Di vê tûrneyê de roja 24'ê mehê li Navenda Çanda BariÅŸ Manço ya li Avcilarê, 25'ê mehê li Navenda Çanda Mustafa Saffet a li AtaÅŸehîrê û 26'ê mehê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a ÅžîÅŸliyê dê bê lîstin. Lîstik saet 20.00'an de tê lîstin. Lîstik 60 deqîqe ye.
Ji bo têkilî: 0530 308 2933