Diyarname
Li Stenbol û Kiriklari 26 kes hatin binçavkirin. Wezîrê Kerên Hundir ê Tirkiyeypê Ali Yerlikaya bi ser hesabê xwe yê tora civakî re ragihand ku li her du bajaran 26 kes hatine binçavkirin. Yerlikaya ragihand ku di operasyona li hemberî rêxistina terorê de operasyon hatiye kirin û ew hatine binçavkirin.
Mebûsê Yeşîl Sol Partî ê Amedê Serhat Eren di peyama li ser hesabê xwe belav kir de got, rêveberên HDP, HDK, DAD û Enstîtuya Kurdî jî di nav de 20 hevalên me hatine binçavkirin û got, "Li hemberî kesên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çapeser bibe operasyona siyasî hatiye kirin û bi van binçavkirinan kesên têkoşîna demokrasiyê didin têne tirsandin. Em ji ev operasyonên wisa natirsin, bila hevalên me bêne berdan."
Li gor agahiyên ku hatine parvekirin Serokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi jî têde ev kes hatine binçavkirin: Endamê Meclisa Giştî ya HDK'ê Umut Ezber, Endamê MEclisa Partiyê ya HDP'ê Cengiz Topbaşli, Hevseroka DADê (Demokratik Alevi Dernekleri) Kadriye Dogan, Hevseroka HDP'ya Pendîkê Oya Aytekin, Rêveberên HDP'ya Stenbolê Çetin Aslanboga û Mesut Firat, Rêveberê HDP'ya Ataşehîrê Halil Aksu, Hevseroka HDP'ya Bakirkoyê Gonca Yangöz. Her wiha Mehmet Akçiçek, Bulent Yildirim, Zeynel Azadi, Fikriye Sarigol, Burcu Demir, Fethiye Kizmaz, Behiye Demir, Huseyin Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Duman.


