AMED
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) têkildarî girtina Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan daxuyaniyek nivîskî da û xwest bi lezgîn Zehra Dogan serbest bê berdan. CRA'yê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Edîtora JIHHA'yê Zehra Dogan ji ber li Nisêbînê rastî nivîsand hat girtin û wiha got: "Li Tirkiye yên rastiyê dinivîsin û bi civakê re parve dikin tên girtin. Lê yên rastiyan berovajî dikin, rastiyan wekî derew û derewan jî wekî rastî nîÅŸan didin ji aliyê hikumetê ve tên parastin. Kesên ku nikaribûn biçin Nisêbînê rastiyan biÅŸopînin Edîtora JINHA'yê Zehra Dogan çû bi mehan di nava ÅŸer de rastî ÅŸopand. PiÅŸtî di 22'ê tîrmehê de dema ji Nisêbînê derket hat binçavkirin û roja din hat girtin. Dogan li ser îfadeya kesên nepen hat girtin."
Bila bi lezgîn serbest bê berdan
CRA'yê da zanîn ku Zehra Dogan li ser îfadeya kesên ku wê nas nake hatiye girtin û wiha berdewam kir: "Zehra Dogan tenê ji ber rastî nivîsand û rojnamegerî kir hat girtin. Dogan hem emdama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye û hem jî endama CRA'yê ye. Lê li gel vê yekê dîsa hat girtin. Em wekî CRA'yê girtina Etîtora JINHA Zehra Dogan ÅŸermezar dikin û dixwazin bi lezgîn serbest bê berdan. Heta niha gelek nûçegîhanên JINHA ku rastî nivîsandin hatin astengkirin. Gelek caran malpera JINHA hat sansurkirin. Em her dem ligel JINHA'yê ne. Em êrîÅŸên li ser JINHA û nûçegîhanên JIHNA'yê ÅŸermezar dikin. Em dê her dem li piÅŸt kesên rastiyê dinivîsin cih bigirin. Em dê her dem mafê rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin biparêzin."
**
Nûçeya eleqedar:
- Edîtora JINHA'yê Dogan hat tewqîfkirin