Mîr Qasimlo
Xwest ku biçe. Da pêpelûkên nerdiwena jiyanê, daket pêpelûka dawî, dema xwest ji wê jî derbaz bibe, ji tixûbê jiyanê der biçe, ji nişke ve destekî hinarika wê germ kir. Vegeriya. Rû spî, awir belawelabûyî, çav bi kel, dil bi gurmegurm û lêv pelçifîbûn.
Dest axivî û got:
"Min ji awirên te yên li bin guhê hev ketine welê fêm kir ku tu ji ber nêrîna xwe ya (Xelata hûn bidin xwe ji xelatstendinê bi qîmetir e. Lewra dibe ku yê/ya xelat daye we rojekê beremberî xelata xwe ji we bixwaze. Xwestekek wisa dikare rê li pêşiya atmosferên ji "xwe" dûrketinê veke û axirî di encamê de situyê we xwar bike û we ji bêastbûnek biajo berev bêastbûneke din. Ji ber vê ye ku tekan e xelat ew xelat e ku însan dide xwe û bi dayînê re xwe ji deyndariyê xilas dike ye. Lewra di xelata herî dilpak de jî mebestek heye) bê çira, bêberbang, bêpencere û bêdost mayî"
Heyv mîna ku têgihiştina wî erê bike, bişirî.
Dest gotin kudand û wiha got:
"Veger e, li ser rûyê erdê vê dinê û di boşahiya wê ya mehşerî de, ji bo cenabê te, ji bo nêrînên te, ji bo te bi xwe bihisteke ax, hişmendiyeke rûniştî û fêmweriyeke maqulane nîn be jî, xem nake, lewra di qelişeka kefika min de evîngeheke bi motîvên dilinî ve xemilandî heye. Hez dikî keremê wir bike?".
Heyv vegeriya, bi nermika tiliya xwe ya şehadetê lêva jêr ya dest maçî kir û got:
"Min wisa hîs kir ku tuyê ji min re bibî mêr û bav û paşê min bixeniqînî"
Dest ew bersivand û got:
"Min jî wisa hîs kir ku te bi gotina jor re xwest bibêjî piştî pêkanîna mesuliyetên mêr û bavitiyê, ez ê ji te nifret bikim"
Heyvê bi ken got:
"Têgihiştineke şaş, zirderew.."
Dest reng veda û got:
"Dibe ku derew be. Lê çawa ku di her nifretekê de hezkirineke vaşartî heye, wisa jî di her derewek de rastiyeke heye " pê re jî keniya, rahişt ew girt avêt ser milê xwe û berev welatekî ve çûn ku xewn lê azad û reşêlekên şevê lê peyda nedibûn...