Diyarname
Ajokarê kurd Isaac Tutumlu li Numberga Almanyayê di pêşbaziya erebeyan de dereceyeke baş bi dest xist. Tutumluyê ku li ser erebeya wî ala Kurdistanê hebû dereceyeke baş girt û di pîrozbahiyê de jî al bilind kir.
Pêşbaziya 2023 GT World Challenge Europe Endurance Cup de raûnda çaremîn a vê serdemê lidar ket. Tutumlu yek ji perpormansên serketî ya kariyera xwe pêşkêş kir. Tutumlu ku hemwelatiyê Spanyayê ye di ajotina ligel tîma xwe de bû sêyemîn. Di nav tîma wî de ligel wî, Samantha Tan û Jon Miller jî hebûn.
Tutumlu piştî pêşbaziyê gotiye, "Min demek mikemel derbas kir. Bi qasî dema ajotinê ya ajokarên Ferrariyan ez dikarim tûrê biavêjim. Sêyemînî encamek bşa e û ji bo Tîma Pêşbaziyê ya Kurdistanê nirxeke din nîşan dide. Em gelek kêfxweş in ji ber ku di klasmana giştî de em sêyemîn in lê tenê du pûanan li dû yên duyemîn de ne. Niha emê xwe ji bo pêşbaziya li Barselonayê amade bikin."*
Pêşbaziya Barselonaye
Serdema GT World Challenge Europe Endurance Cupê rojên 30'ê rezberê û 1'ê kewçêra 2023'yan e li Circuita Barselonayê lidar bikeve.
Isaac Tutumlu kî ye?
Ajokar Isaac Tutumlu Lopez di sala 1985'an de hatiye dinê. Hemwelatiyê Spanyayê ye. Bavê wî Bayram Tutumlu ye ku ji Mêrdînê ye.
Isaac Tutumlu di sala 2007'an de dest bi pêşbaziya ajotina erebeyan kiriye. Ji wê demê ve vî karê xwe didomîne.
*Hin agahiyên vê nûçeyê "tiopedrodj" jin jî ji "motorsport.com"ê hatine girtin