LaWje li Stenbolê konserê dide
Diyarname
Bi orgazîneya Chalak Eventsê koma muzîkê Lawje li Stenbolê konsereke pêþkêþ dike. Konser 17’ê mehê saet 20.00’an de wê li Navenda Çandê ya Suleyman Seba ya li Beþiktaþa Stenbolê li dar bikeve.
Lawje bi muzîk û dengê xwe, bi xebata ku li ser muzîka herêma Culemêrgê kiriye ciheke girîng girtiye di nav muzîka kurdî de. Ew niha dê stran û klaman, heyranok û þeþbendan, pahîzok û narînkan ji bo stenboliyan pêþkêþ bike.
Koma Lawje ku ji sala 2013'yan ve xebata xwe ya muzîkê didomîne di vê konserê de dê hem ji albuma xwe "Selîqe" hem jî ji xebatên xwe yên din guldesteyan pêþkêþ bike.
Wekî notek: Kesên biçin temaþeyê divê du derziyên koronayê li xwe da bin, yan jî testa PCR a ji bo 48 saetan kiribin.
Ji bo têkilî: 0545 520 4248