Qers
Şaredarê bajaroka Pazarcixê yê navçeya Têkorê yê Qersê Ayhan Erkmen ku niha girtî ye, ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê ve ji peywirê hat girtin.
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" ji peywirê girt.
4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Agiriyê bi îdîayên "Endamê rêxistinê", "Gef xwarin" û "Propagandeya rêxistinê kiriye" 15 sal û 2 meh cezayê hepsê li Erkmen birîbû û doz niha li Dadgeha Bilind e. Berî ku Dadgeha Bilind biryara xwe bide Wezaretê Erkmen ji peywirê girt jî.
Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen yê BDP'yî ku di 16'ê berfanbara 2011'an de di serdagirtina mal û şaredariyê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin.
Tevî Erkmen 17 şaredarên BDP'ê girtî ne. Vane ew şaredarên girtî:
Şaredara Dêrîkê Çaglar Demîrel,
Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal,
Şaredarê Cizîrê Aydin Budak,
Şaredarê Sîlopiyê Emîn Togurlu,
Şaredarê Bajêrgehê Hurşît Altekîn,
Şaredara Geverê ya ji peywirê hate girtin Ruken Yetîşkîn,
Şaredarê Êlihê Nejdet Atalay,
Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn,
Şaredarê Gundê Melê Abdurrezak Yildiz,
Şaredarê Pazarcixê Ayhan Erkmen,
Şaredarê Qoserê Ferhan Turk,
Şaredarê Hezexê Resul Sadak,
Şaredarê Îdîrê Mehmet Nurî Guneş,
Şaredarê Pirsûsê Ethem Şahîn,
Şaredara Wêranşarê Leyla Guven,
Şaredarê Kanîreşê Ferît Çelîk,
Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr.
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê heta niha çar şaredarên BDP'yî ji peywirê girtibûn. Şaredara Geverê Ruken Yetîşkîn, Şaredarê Hîzana Bedlîsê Lezgîn Bîngol, Şaredarê Başqaleya Wanê Îhsan Guler û Şaredarê Cizîrê Aydin Budak.
Û niha jî Erkmen.


