• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2018
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Qeyrana hevalcêwî: Þer û aborî

Dîrok : 02 01 2021 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Ehmed PELDA

Çîroka þaristaniyê ji heleke din ve dîroka þer e. Divê bê pirsîn ku gelo bi saya þer mîrovahî bi pêþket? An jî çima þer diqewimin? Ma þer hergav neyînî ye? Gelo li dewsa ew rê û dirbên þer neçar dikin, tiþtekî din jî mimkun e?

Belê rêzkirina pirsên cuda jî pêwîst e, lê ya pêwîst beþa bersivan e. Dev ji dehan pirsan berdin, tenê ji bo pirsekê bi sedan, bi hezaran bersiv mimkun e. Jixwe, heke her beþa zanistê li gor dîtin, têgîn û rêbaza xwe bersivê bigere, ji niha ve ji 3 hezarî zêdetir bersiv amade ne.

Rawernas dikarin bibêjin mirovahî ji hevxwarina heywanan bi riya çavdêriyê hînbûn e ku þer hin tiþtan diguherîne. Dîsa, bi nêçîrvaniyê hînî kuþtinê bûne û piþtre jî ev wek rêyeke çareseriyê li hember hev bi kar anîne. Derûnnas dikarin bibêjin, kesê ku hestên wek dexesî, çavnebarî, tirs, xof, bertekên xweparastinê, xwenegirtinê, berzbûna adrenalînê, an jî berevajî wê azwerî, daxwaziya serdestiyê bi riya zordestiyê û þer pêk tînin. Civaknas dikarin bi reng û rûçikê cuda yên þênî, nakokiyên li ser bawermendiyê, cudatiyên navbeyna çînan, cureyên beþên gel ên wek jin, mêr, zarok, kalûpîr, ciwan hwd…  bînin ziman.

Ji ber girîngî û beranberiya mezinbûna kêþe û pirsgirekê nêzîkdayînên sîyasî û aborî wek mijarên sereke tên dîtin. Serweran þer an jî çareseriya tengasiyan bi destê kiryarên aborî û sîyasî kirin.

Aborînas destnîþan dikin ku piþtî her qeyraneke aboriyê þerek çêdibe. Ji ber ku parvekirina çavkaniyên xav, hebûnên sererd û binerdê û berhemên çêkirî, rê û dirbên stratejîk ên digihêjin herêmên dewlemend û hwd. dibin sebebên dijhevderketinê. Wext tê ku êdî bi daniþîn, danûstandin û nîqaþan çaserî pêk nayê û beþeke perçeyê mijarê bi behaneyekê êrîþî dijberê xwe dike. Dixwaze desteseriya dewlemendan bike, lewma heke derfetan bibînin li ser hêzên aboriyê de digirin û talanan radikin. Gava bersiv jî hebe êdî þer giran dibin.

Rastî û peyitandina van pêþdîtinan him herêmî û him cîhanî heye. Wekî þerê navbera eþîran ên þêlandin û rakirina talanan, an jî þerê du dewletên hevsînor mînakên berbiçav in. Dîsa di asta navneteweyî de berî þerê cîhanê yê yekemîn tê xuyanê ku qeyrana aboriyê dest pê kiriye û her diçe kûr dibe. Bi taybetî qeyrana ku di sala 1880’yan de rû da, demeke dirêj berdewam kir. Gavên ji bo çareseriyê hatin avêtên nebûn derman. Xêncî pêçandina êþên rojane yên peydakirina derfetên der barê, ji binî ve cebirandinekê pêk nehat û tengasî vegeriyan pevçûnan, pevçûnan alav girt bûn þer, þer bû þerê cîhanê. Ji ber vê welat wêran bûn, hin dewlet xerabûn, hinekên wan jî ji holê rabûn û serweriya aborî û siyasî ya cîhanê jî ji binî ve guherî. Ji hêlekê ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji hêla din ve bi destê þoreþa sosyalîstan Yekitiya Sovyetan pêk hat. Dewletên li seranserê cîhanê serdestî dikirin, yên wek Îngilîstan, Fransa û Almanya yan derbe xwarin an jî wêran bûn. Împaratoriyên qelsbûyî yên wek Osmaniyan jî ji binî ve ji holê rabûn.

Lê belê nebû. Têrê nedikir. Serobiniya encama þerê cîhanê riya aþtî, aramî û pergalsaziyeke nû venekir, lê DYA’yê nikaribû barê þerê cîhanê hilgire. Berdêla destekariya hevpeymanan a serbazî, aborî û sazûmaniyê ji hêla aboriya navxweyî ve bû barekî giran. Qeyrana di sala 1929’an de dest pê kir tenê li vî welatî nema. Encamên wê ji Ewropayê heyanî Çîn û Japonyayê jî xuya bûn.

Riya çareseriya qeyrana aborî, sîyasî û civakî bi mildayîna nijadperestiyê ve rengê xwe da der. Her çiqas Îtalyaya Mussolînî, Almanyaya Hîtler wek kiryar û sembola vê pêvajoyê tên xuyanê jî sîyaseta nijadperest, aboriya neteweyî li hemû deverên cîhanê ruyê xwe da der. Japonya, Çîn, Tirkiye, welatên Amerîkaya Latîn jî li welatê xwe di bin banê rêberiya faþîstan de bûn yek û wekî yek netewe, yek nijad xwestin rê û çareyan bibînin. Vê jî bê mihnet derê þerê cîhanê yê duyem vekir.

Di encamê de ji ber þer 60 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan. Ji 100 milyonî zêdetir ji þêniyên welatan bûn penaber û bi mecbûrî axa xwe terikandin.

Ji bo temîjîna bûyera pêkhatî, an jî hewildanên pêþîlêgirtina þeran, wêraniya welatan, bîreweriyên cudaxwaz û faþîst gelek sazî û destgehên navneteweyî hatin avakirin. Dîsa pergala yasayan, sazûmaniya siyaset, dewlet û aboriyê ji nû ve hat sererastkirin, lê têrê nekir. Pêlên qeyrana aborî her diçû gur dibû. Pêþbazî û hevrikiya aborî jî giran dibû. Parvekirina hêz û kan û berheman bi eniya dewleta Çînê ya sosyalîst an jî Sovyet û welatên bin tunê wan re ne dihate ecibandin. Þerê li dijî Vîetnamê daxwaza vekirina eniya þer a li dorpêçkirina hêza sosyalîst bû. Qeyrana bazirganiya navneteweyî ya berhemên xav û çêkirî riya vî þerî vekir, lê encamên þer qeyran kûr kir. Bihayê petrolê giran bû, bihayê maliyeta hilberîna pîþesaziyê zêde bû ku radeya qeyranê gur kir. Pergala derbeyên leþkerî hat tertîpkirin.

Hevrikiya DYA û Sovyetê piþtî têkçûna Sovyetê kete merheleyeke nû.

Ev merhele îro li ser axa me rû dide. Li ser rûyê erdê þerê herêmî dixuyin. Rêxistin, dewletên herêmî û hêzên wan tên xuyanê, lê di ser wan re jî hêzên mezin hene ku her tiþt di bin çavdêriya wan de yan jî hin caran bi mudaxeleya wan bi rê ve diçe. Êdî qirîza aborî û ya sîyasî û leþkerî serbiser dimeþe.

Ji Xwebûnê hatiye girtin


Hûn dikarin li van jî binêrin

Geþedana dengê zarokan

Geþedana dengê zarokan

09 01 2021

Rewþa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan

Rewþa darayî û aboriya Herêma...

02 01 2021

Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

28 12 2020

Ûsivê Koçer û Adorno

Ûsivê Koçer û Adorno

28 12 2020

Ev jî hene

Geþedana dengê zarokan

Geþedana dengê zarokan

09 01 2021

Rewþa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan

Rewþa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê, li hember gef û derfetan

02 01 2021

Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

Xweseriya Kerkûkê û plana Kurdan

28 12 2020

Ûsivê Koçer û Adorno

Ûsivê Koçer û Adorno

28 12 2020

Gava kurd tiþtên bi qalîte çêkin ewê bikirên wê hebin

Gava kurd tiþtên bi qalîte çêkin ewê bikirên wê hebin

25 12 2020

Nivîsên Nû

Çorê ARDA

LEHENGEKÎ BIÞAFTÎ Û JÎR

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

derz: hiþþþþ neaxive tu neheq î!

Omer Dilsoz

Welat Dilken

Derûniya kêliya xwendinê û famkirin!

Welat Dilken

Çorê ARDA

EVÎNÊN BIKITEKIT

Çorê ARDA

yeqîn h.

Girse

yeqîn h.

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Rifat Arya/ Mesîla Dil
  • Sîdar Jîr
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Krîstîn Ozbey
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Komên-Wêjeyê
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2021 Diyarname