Diyarname
Diyar e, mesele hilbijartin e, dê kî deng bide kîjan partî? Kîjan partî bi kêrî çi tê? Bersivek hat:
Dihat îdîakirin ku Murat Belge dengê xwe dide CHP'ê, lê wî roja 24'ê reşemiyê di quncikê we yê Tarafê de nivîsî û mesele zelal kir: "Ezê di vê hilbijartinê de çi bikim, dibe ku ev yek kesî eleqedar neke lê ji ber ku nîqaşên beredayî hatine kirin (îdîayên beredayî) ez bibêjim: Demek berê ve min pêdivî pê dîtiye ku dengê xwe bidim HDP'ê, ezê wisa bikim jî. Ez vê yekê pêşniyarê dostên xwe jî dikim."
Belge hilbijartina Serokomariyê bibîr dixe û wisa dibêje: "Di hilbijartina Serokomariyê de jî min dengê xwe dabû Demîrtaş. Ew zilamê herî rast diaxivî bû, bawerî dida mirov. Baş bû ku min dengê xwe daye, baş bû ku hinên din jî dane..."
Em jî vê gotina Murat Belge dikin gotina hefteyê û pêşkêşî we dikin.


