logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Baydemir: Ampûlê AKP'ê li Sûrên Amedê ket

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê li ser gera Serokwezîr Erdogan a li Amedê axivî û got:

  • Dîrok: 27/05/2008
  • Beş: Nûçe

 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê li ser gera Serokwezîr Erdogan a li Amedê axivî û got:

"Birêz serokwezîr we firsend ji dest we çû. Ampûlê AKP'ê li Sûrên Amedê ket û bû parçe parçe."

Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan îro li Amedê Plana Çalakiya ji bo GAP'ê eşkere kir. Di dema vê eşkerekirinê de hin rexne li Şaredar Baydemîr jî kir. Li ser vê yekê Baydemîr daxuyaniyeke da çapemeniyê û bersiva Serokwezîr da.
Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Şaredarê Yenîşehîr Firat Anli, Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karetekin, Şaredarê Erxenî Nadir Bingol, endamên Meclisên Şaredariyan, nûnerên saziyên sivîl û beşek ji gel di dema daxuyaniya Baydemîr de amade bûn.

Baydemîr bi gotina digel nasname û çandê ew beşdarî xebatên aborî û pêşketina civakî jî dibe, ew ji hukumetê li hemberî pirsgirêkê civakî aborî yên giran li bendê ye ku ne li gor hilbijartinê, li gor serdemeke dirêj bernameyeke ji bo herêmê amade bike. Baydemîr da zanîn ku li ser van yekan rapor pêşkêşî hukumetê kiriye û ev rapor pêşkêşî raya giştî jî kiribû.


Şaredar Baydemir da zanîn ku ew bi meraq û hindik be jî bi hêvî li axaftinên Serokwezîr Erdogan guhdarî kiriye û wiha domand: "Mixabin ez bi xemgînî dibêjim ku di axaftina birêz Serokwezîr Erdogan de ji bo gelê herêmê tu tiştekî nehatiye pêşkêş kirin. Baydemîr got ku projeya GAP'ê ku di sala 1976'an de hatiye amade kirin careke din germ kiriye û pêşkêş kiriye û wiha berdewam kir: "Bi çêbûna GAP'ê tiştê herî zêde bê kirin ev e ku encax pê piçekî çandiniya herêmê pêş dikeve. Nexwe ger mirov bibêje dê bi GAP'ê herêm pêş bikeve, ji aliyê daneyên civakî aborî dê herêm bigihîje asta herêmên din ên Tirkiyeyê wê çaxê dê ev yek bê vê wateyê ku mirov bi mirovan henekên xwe dikin."

Şaredarê Bajarê Amedê bang li serokwezîr kir û got: "Ez eşkere dibêjim Birêz Serokwezîr. Firsend ji dest we çû. Vî gelê baweriya xwe bi we anî, ji bo çareserî firsend da we. Baweriya min jî bi we çêbû, min got belkî çareser bike.  6 sal in em li benda we ne. Lê mixabin em xapiyan. Mixabin em xapiyan. We firsend bikar neanî. Niha bi hesabên biçûk ên hilbjartinê hûn dibêjin qey hûnê gelê me bixapînin. Lê bila tu şika we nîn be ev gel êdî naxape. Ampûla AKP'ê li Sûrên Amedê ket û bû parçe parçe."

Hin gotinên Baydemîr:
- Bi destê şewqetê yê Hukumeta AKP'ê her roj ciwanên me dimirin. Zarok, ciwan, extiyarên me dimirin. Copan li dayikan dixin. Gelê Amed, Wan, Culemêrg, Batmanê bi vê destê şewqetê baş dizane. Bila Birêz Serokwezîr bizanibe ku birînên ku vê destê şewqetê vekirine hê baş nebûne. Bila baş bê zanîn ku em bi vê destê şewqetê baş dizanin. Ev 80 sal in bi vê destê şewqetê em têne bi rê ve birin.

- Di serdema Erdogan de di di warê demokratîkbûyîn, azadî û çandê de gav hatine avêtin, lê li herêmê bi xalên 215, 216, 217, 220, 288 û 314'an ên TCK'ê nivîskarên herêmê têne huşkirin. Der barê pirsgirêka kurd de em her ku gotineke dibêjin doz li me têne vekirin.

- Ji 4'ê gelawêja 2006'an heta niha ji ber TMK 7/2'yan der barê 13 rojnameyan de 32 biryarên girtinê hatine dayîn, ji ber ku kurdî bikar aniye şaredar ji kar hatin girtin, meclisa şaredarî hate feshkirin, ji ber vexwendnameyan, ji ber broşuran doz li me hatin vekirin û hemû jî bi destûra Wezareta Karên Hundir doz li me hatin vekirin.

- Birêz Serokwezîr li hemberî perwerdehiya bi kurdî tehamulê jî nake. Heqaretê li nûnerên saziyên sivîl ên ku vê daxwazê tînin ziman dike. Birêz Serokwezîr bi weşana 45 deqîqeyan, bi astengiyên li pêşiya bernameyên zarokan hûn nikarin kurdî biparêzin. Hûn nikarin bi vê derkeve pêşberî asîmîlasyonê ku sûcê mirovahiyê ye

- Birêz Serokwezîr hûn dibêjin Tirkiye li dinyayê xwedî 17'emîn, li Ewropayê jî xwedî 6'emîn aboriya mezin e, baş e gelê herêmê di qada feqîrî û bêparbûnê de di rêza çendan a Neteweyên Yekbûyî de ye? Hûn çima qala vê yekê nakin? Nîvê serjimariya herêmê di bin rêza feqîriyê de dijîn.

- Di navbera salên 2002-2006'an a serdema AKP'ê de 21 bajarên herêmê ku hukumetê teşwîq ji bo wan kiriye sedî 4,4 e, ev teşwîqa 21 bajaran hemû bi qasî Bursa tenê jî nîn e. Bi vê yekê birêz Serokwezîr qala kîjan teşwîq û qîmetdayînê dike?

- Di dema AKP'ê de herêmê hem ji butçeya navendî, hem jî ji para îdareyên mehelî kem par girtiye. Di 200-2007'an dema AKP'ê de li Herêma Marmarayê 33,9 milyan YTL razandin pêk hatiye, razandina ku li Guneydogua û Dogu Anadolu li du herêman hatiye kirin jî ne bi qasî nîvê Herêma Marmara ye.

- Ji ber ku em Heskîfê diparêzin tê gotin ku 'sûîstîmal dikin'. Ev ne sûîstîmal e, ev parastin e, em Heskîfê ji noqavbûnê diparêzin û emê biparêzin jî.

- Birêz Serokwezîr dibêje dê li sê herêman ajansa pêşxistinê saz bikin. Em ev çar sal in ji bo sazkirina ajansa pêşxistinê li Amedê xebatê dikin.

- Li cihê ku birîn bê emeliyetkirin, Serokwezîr tenê derman dike. Bi ve yekê, bi 75 mebûsan dê kes nexape.

- Digel ku me xwest em di nav Platforma GAP'ê de cih bigirin, me nexistin kê. Çima di nav 16 bajarên mezin de tenê şirketên şaredariya me nîn in? Me 5 caran serî lê dan ku em şîrketan vekin serîlêdana me qebûl nekirin. Çima şîrketa me ya ku bi hîbeyê me bi dest xistibû zor li me kirin ku em wê belav bikin?

- Projeya me ya Tesîsa Entegrekirina Çopên Hişk li ser maseya Wezareta Hawirdorê ye. Çima hukumetê ev projeya me ji plana salên 2006-2009'an derxist û xist nava plana salên 2009-2013'an? Pêşketina û dilşadiya vî bajarî pêşketin û dilşadiya Enqereyê ye

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Aldar Xelîl: Xendek beşek ji siyasetên li dijî xweseriyê ye

ad

Pirtûka çîrokên berxwedanê

ad

Ji nav dîrokeke 'Şikestî'

ad

Trump: Ez sipasiya Rusya, Tirkiye, Iraq û Kurdan dikim ku piştgirî dan operasyonê

ad

Muslim: PDK li dijî YPG'ê hêzek leşkerî dixwaze

ad

"Peyam" dîsa tê kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname