QAMIÅžLO
Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl diyar kir ku kolana xendekan beÅŸek ji siyasetên hêzên navnetewî û herêmê ku li dijî ÅŸoreÅŸa Rojava têne meÅŸandin, hatiye pilankirin.
Aldar Xelîl di civîna ji aliyê İnsyatîfa Gel a Åžêniyên Taxa Hilêliyê ya QamiÅŸlo ku di çarçoveya hemleya 2'emîn a li dijî kolandina xendekan hate lidarxisitn, axivî. Xelîl bal kiÅŸand ser rewÅŸa dawî ya li Rojava û Sûriyê û siyasetên hêzên herêmî û navenetewî yên derbarê ÅŸoreÅŸa Rojava bi bîr anî. Xelîl, her wiha rewÅŸa ÅŸoreÅŸa li Sûriyê jî anî ziman û got ku ÅŸoreÅŸa gel a Sûriyê ji xeta xwe ya destpêkê hate damezirandin derketiye û gelek dest ketin nava ÅŸoreÅŸê.
Xelîl, got ku têkçûna siyasetên hêzên herêmî û navnetewî bû sedema êrîÅŸên komên çete yên li dijî herêmê û wiha dom kir: “Hêzên dijber xwestin Rojava ji parçeyên din ên Kurdistanê qut bikin. Kiryarên Hikûmeta BaÅŸûrê Kurdistanê û Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) ku xendekan li ser sînorê di navbera Rojava û BaÅŸûr de dikolin îsbata herî ber bi çav a wê yekê ye.”
Xelîl, da zanîn ku kolana xendekan û çêkirina dîwaran ji aliyê hikûmeta Tirkiyê beÅŸek ji siyasetên hêzên navnetewî û herêmê ku li dijî vîna gelê Rojava têne kirin.
'Rêveberiya xweser bersiva gel a herî rast bû'
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl di berdewama civîna ku bi tevlîbûna sedan kesî hate lidarxistin destnîÅŸan kir ku gelê Rojava li dijî hemû plan û cureyên êrîÅŸan li ber xwe dan û wiha pêde çû: “Gelê me li dijî hemû siyasetên birçîkirin, ambargo û koçberkirinê li ber xwe da û bersiva hemû cureyên êrîÅŸan dan. Gelê me teslîmkarî qebûl ne kir û berxwedana xwe ya bo azadî û demokrasiyê domand.”
Xelîl, tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya ya Demokratîk ku li 3 herêmên xweser hatin avakirin bersiva herî rast ku pêkhateyên herêmê li dijî hemû cûreyên planan bû. Xelîl, da zanîn ku niha gelek welatên herêmî û Ewropî bi awayekî yek ser yan bi awayekî veÅŸartî rêveberiya Rojava silav dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Pirojeya herêmên xweser ên Rojava dê bibin nimûneya çareserkirina hemû pirsgirêkên Sûriyê.''
Di dawiya civînê de Aldar Xelîl bersiva pirsên beÅŸdaran da.
ANHA