Diyarname
13'emîn Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran li dar ket. Niha serketiyên pêşbaziyê hatin eşkere kirin.
Pêşbaziyê Egîtîm-Sena Amedê li dar dixe. Sekretera Şaxa 2'yan a Egîtîm Senê Kadriye Kaya serketiyên pêşbaziyê eşkere kirin.
Îsal di warê tirkî de 15, di warê kuramncî de 32 û kirmanckî de jî 3 berhem hatibûn şandin.
Ji ber ku beşa kirmanckî berhem kêm bûn, neqandin çênekirine, lê dê xelata mansiyonê bidin hemû beşdaran.
BEŞA KURDÎ
Di beşa kurmancî de Ferzan Şêr, Hamit Baydu, İsmail Dindar, Mem Bawer û Dawid Yeşilmen endamên juriyê bûn.
Di vê beşê de ev serketin:
- Yekemîn: "Kurtedemeke Dirêj", Ronî Reşo
- Duyemîn: Serdestpêka Dûrahiyên Bêpayan", Lokman Laçîn (Ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê)
- Sêyemîn: "Pîra Hesîna", Eyup Turgay (Ji Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê)
Nûhat Qoszer jî bi çîroka "Morikên Xewê" bi xelata Mansiyonê hat xelatkirin.
BEŞA TIRKÎ
Di beşa tirkî de Ayşegul Tozeren, Eylem Ata Guleç, Meral Şimşek, Yavuz Ekinci û Murat Ozyaşar endamên juriyê bûn.
Di vê beşê de yên bi ser ketine:
- Yekemîn: "Sedef Yahut Yakut", İ. Usame Yordem
- Duyemîn: ‘Radyodaki Yuzun’, A.Rezzak Gulmez (ji GirTîgeha Tîpa F a Boluyê)
- Sêyemîn: ‘Eski Bir Yol Hikâyesi’, Roza Alkan
Di vê beşê de jî Emine Ateş bi çîroka xwe "Nova" bi xelata mansiyonê hat xelatkirin.
Di rojên pêş de dê bi merasimek xelat bêne belavkirin.


