logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan
  2. 3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?
  3. Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî
  4. 'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'
  5. Li Mêrdînê Komeleya Ziman a Mezopotamyayê hat vekirin
news-details

Mazlum ket 22 saliya xwe

  • Dîrok: 28/03/2023
  • Beş: Portreya Mehê

Amadekar Cemil Oguz

Çima em navê kesekî dikin sernav? Çima ne paşnav, tenê navê sade? Ji ber ku ew kurdekî ciwan û sade ye. Ew Mazlum Îçlî ye û niha li girtîgehê ketiye 22 saliya xwe. Wê çaxê çima girtî ye?

Werin em ji serî de dest pê bikin û ji bo rojbûna wî (27'ê adarê) bila ew bibe mêvanê portreya me...

Navê wî Mazlum İçli ye.

KURÊ MALBATEKE HUNERMEND

Mazlum İçli ji Erxeniya Amedê ye. 22 sal berê, di sala 2001'ê de hatiye dinê. Kurê Nusret İçli ye. Nusret İçli li heremê yekî muzîkar e û ligel zarokên xwe diçe dawetan, havînan debara xwe ji vî karî dike. Ew wekî "Sîdar Amedî" tê nasîn. 5 Zarokên wî hene. Ji bilî keça wî Hîcran, her 4 kurên wî ligel wî diçin dawetan. Azad solîst e, Mahsun li tembûrê dide, Zulfî Şiyar klavyeyê bikar tîne û Mazlumê ku niha mijara vê portereyê ew e li defê û baterî dide. Navê koma vê malbatê jî "Koma Sîdar" e.

LI DAWETÊ BÛ

Mazlum İçli jî wekî gelek zarokên kurd di hale xwe de, di nav jiyana zehmet de jiyana xwe didomînin. Lê dîsa wekî hemû zarokên kurdan ji halê xwe memnûn, bi "berxwedan jiyane"yê jiyana xwe didomîne. Lê sala 2014'an tê û jiyana wî serobino dike. Wê salê hê 14 salî bû û diçî lîseyê, pola yekê.

Ji rojan 7'ê kewçera 2014'an bû. Wekî dawetên din, ligel bavê xwe diçe dawetek. Dawet li Pasûra Amedê ye. Teqsiyek wan dibe li wir datîne û vedigere.

Ji Pasûr 140 kîlometre dûr ji navenda Amede. Û tam wê kêliyê, yanê di kêliya ku wî li dawetê li batarî dida, di kêliya ku bavê wî stranên kurdî digot, di wê kêliya ku bûk û zava ligel hev rabûbûn dîlanê, di kêliya ku mevanan pere bi ser govend ger de dibarandin, li navenda Amedê bûyer derketibûn. Ma Mazlûmê me dê çi bizanibiya ew bûyerê 140 kîlometre jê dûr dê bên bi ser wî de biteqin...

Erê li nava Amedê û li hin cihên din bûyer hebûn. Bûyerên ku wekî "Bûyerên Kobanî" ketine nava dîrokê. Di van bûyeran de bi dehan kes têne kuştin. Hin qala 37 kesî, hin qala 44 kesî dikin. Lê tam nayê zanîn bi tam û temamî çend kes hatine kuştin. Lê ji van kesan kesek bi navê Yasin Boru heye ku hatiye kutin. Dîsa ji derdora wan 3 kesên din. Yanê 4 kes. Lê kesên din ên têne kuştin HDP'yî ne. Kes qala wan nake, lê her kes, bi taybetî desthilatdarî qala Boru û hevalên wî dike.

MAZLUM TÊ GIRTIN

Dozgeriya Amedê li ser bûyeran dest bi lêpirsînan dike. Gelek kes têne binçavkirin. Yek ji van kesên hatine binçavkirin jî Mazlum İçli ye.

Ji rojan roja 8'ê berfanbara 2014'an e. Mazlum li Emniyeta Amedê ye û di îfadeyên xwe de dibêje, "Wê rojê ez ne li Amedê bûm. Ez li Qulpê, li dawetek bûm." Lê ev îfadeya wî têrê nake. Mazlum û hin kesên din tên girtin. Sedem, kesek bi navê S.Ç dibêje Mazlum ew kuştine.

EŞKERE DIBE LI DAWETÊ YE LÊ...

Mazlum jî ligel gelekên din diavêjin hepsê. Bi ser vê yekê 11 meh derbas dibin; S.Ç di îfadeya nû dide, dibêje, "Bi zora polîsan min îfade daye" loma jî îfadeya der barê Mazlum de bi paş ve dikişine. Bi ser vê re piştî 11 mehên girtîmayînê Mazlum İçli tê berdan.

Malbat kêf dike. Kurê wan masûm derketiye û hatiye berdan. Lê na, bi ser vê re salek derbas nabe Mazlum dîsa tê girtin. Sedem dîsa heman mesele ye.

Danişîn bi ser danişînê re derbas dibe. Nayê berdan. Vê dozê û doza siyasetmedarên kurd dikin yek. 2'yemîn Cezayê Giran a Enqereyê roja 24'ê avrêla 2017'an bi îdîaya "Yekpareyiya welat xira kiriye, bi hîsên cinawirî 4 kes kuştine, propagandaya rêxistinê kiriye" 124 sal û 8 meh cezayê hepsê li Mazlum İçli dibire.

Malbat perîşan e. Li holê bêedaletiyeke mezin heye. Kî dê vê bêedaletî ji holê rake?

 

HEWLDANA PARÊZERAN, MASÛMIYA MAZLÛM

Li aliyê din parêzerên kurd dixebitin. Ji van parêzerên wî parêzer Mahsuni Karaman gelek dixebite. Çi dike? Diçe cihê dawetê, zava dibîne, dîmenên dawetê jê digire. Diçe teqsîciyê ku ew birine Pasûrê dibîne. Van agahiyan teslîmê dadgehê dike. Dîsa qeydên HTS'ê (bi telefonê diyarkirina cihê kesan) dixwaze. Dewlet qeydan derdixe, erê telefona Mazlum İçli wê rojê li Pasûrê bûye.

Li ser vê ji dadgehê heyetê dixwaze ku herin cih kifş bikin. Diçin Pasûrê û cihê ku Mazlumî li wir di dawetê de li baterî daye jî dibînin. Her tişt wekî îfadeyên Mazlum dertên. Her tişt temam e û divê bê berdan. Erê, roja 28'ê gulana 2021'ê Mazlumê beraat dike û tê berdan. 7 salên girtîgehê ji bêrîka wî diçin. 7 salên tije bêyî ku sûcê wî hebe li hundir, di nav stres û zehmetiyê de, salên ji dê û bav, ji hezkiriyên xwe dûr...

CAREK DIN DIGIRIN

Tam bêhnek rehet digire, wê aram bibe, êdî 21 salî ye û wê ji xwe re jiyaneke nû saz bike, hopp, piştî berdanê bi 27 rojan careke din dadgeh biryara tewqîfkirina wî dide.

Ka delil di dest de bûn, ka diyar bû ku Mazlum wê rojê ne li cihê bûyerê bû? Ev hemû pirs li hewa dimînin û dozger biryara girtina Mazlum Îçlî dide. Roja 25'ê pûşpera 2021'ê Mazlum îçlî carek din diavêjin pişt deriyên hesinî, nav hucreyên sar.

Parêzer Mahsuni Karaman dibğeje, "Dozgen beraat xwestiye lê di kêliya dawî de fikir guhartiye."

Erê çîroka Mazlum Îçlî ev e. Ev Mazlum Îçliyê bê sûc, wekî gelek zarokên kurd ên bêsûc girtî ye û roja 27'ê adara 2023'yan li hundir, li girtîgehê ket 22 saliya xwe.

Hê dê çiqas girtî be, dê kengê bê berdan, edalet dê kengê saz bibe, bê berdan jî dê edalet saz bibe yan na? Pir bi ser pirsê de tên, lê bersiv li holê nîn in. Tenê rastiyeke heye: Mazlum Îçlî hê jî girtî ye.

Du wêneyên Mazlum Îçli, yê li derve û niha yê li girtîgehê... 


Têbinî: Di amadekarinê vê portreyê de me ji nûçeya Omer Çelik a di MA'yê de, ji bernameya parêzer Veysel Ok a di Arti TV de ku parêzer Mahsuni Karaman kiribû mêvan min sûde girt.



Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Portreya Mehê - Nivîsên Dawî
news
  • 02 07 2025

Bi salan e li ber Kela Hewlêrê wêneyan xêz dike

news
  • 17 09 2024

Parçeyek ji dîroka kurdan: Mehmed Emîn Bozarslan 90 salî ye

news
  • 17 06 2024

Ji bo klamên Germiyanê 41 salên xwe dan

news
  • 25 04 2024

Doktorê alîkariya birîndar kir, Dr. Ciwan Hemî

news
  • 21 02 2024

Selîm Temo: Çanda xwe biparêzin û ragihînin nifşê nû

news
  • 02 10 2023

Portreyeke cihêreng: Ev 25 sal in li Hewlêrê parfuman çêdike û difroşe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Fîlmê 'Stranên Keziya Sor' hat nîşandayîn

ad

Ev sudyen 5 mîlyon dolar e

ad

Ji bo du hefteyan fîlmên ji dinyayê li Stenbolê ne

ad

Bajarên kurdan jî têde, li 24 bajaran îhtîmala erdhejên mezin

ad

UEFA'yê ji bo 2024'an bal kişand ser mafên mirovan

ad

Pêşbaziya Arjen Arî li benda dosyayan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nivîskar Yildiz Çakar hat berdan

  • 15 05 2026
news

3 rojên dawiya hefteyê, çi li ku heye?

  • 15 05 2026
news

Çewlig de Komeleya Ziwanî hamî akerdişî

  • 15 05 2026
news

'Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin'

  • 16 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname