Diyarname
Serokê berê yê CHP'ê û mebûsê Antalyayê Deniz Baykal vê sibê mir.
Baykal ev demek dirêj bû dihat dermankirin. Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bi ser hesabê xwe yê twitterê re agahiya mirina wî ragihand.
Keça Baykal Asli Baykal jî ragihand ku bavê wê vê sibê di xewa xwe de miriye û roja sêşemê ewê li Antalyayê defin bikin.
Siyasetmedar Deniz Baykal 20'ê tîrmeha 1938'an de li Antalyayê hatiye dinê. Baykal Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê xwendibû. Wekî parêzer û siyasetmedar dihat nasîn.
Baykal salên 60'î de ketibû nava tevgera xwendekaran. Di hilbijartina 1965'an de dema CHP têk çû, ev têkçûn analîz kir û kir tez. Bi vê re bal kişand ser xwe. Ji sala 1968'an ket nava CHP'ê û ji wê rojê de di nav CHP'ê de bû.
Baykal heta niha gelek caran peywira wezîrî girt ser milen xwe, di salên 1995-96'an bû Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê.


