Diyarname
ŞanoWan lîstika xwe "Hay lo, Dîsa Tevlihev Bû" vê carê ji bo piştgiriya HDP'ê dilîze.
Piştî ku dadgehê bloke danî ser pereyên ku HDP dê ji xezîneyê bigirta, HDP'ê kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Li aliyek gel piştgiriyê dide, li aliyê din hunermend jî di vî warî de ketine nava hewldanan. Piştî hin lîstikên din vê carê ŞanoWan lîstika xwe ji bo alîkariya vê kampanyayê dilîze. ŞanoWan eşkere kir ku 13'ê mehê pereyên ku ji lîstina vê lîstikê bê bi dest xistin dê ji bo vê kampanyayê bişînin.
Lîstika Claude Magnier ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin. Derhêneriya lîstikê Nazmi Karaman kiriye û Ferhat Aslan, Perînaz Delazy, Bêrîvan Budakbeyoglu, Seher Aslan, Nurhan Gulmez, Salih Yildizoz û Baran Sari têde dilîzin.
Ji bo têkilî: 0552 894 7382