Diyarname
Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê ku dê ji aliyê Ji bo Ked û Demokrasiyê Yekirina Hêzê ve saet 17.00'an e bihata li dar xistin, berî li dar bikeve bi saatek mîtîng hat betalkirin.
Ji bo mîtîngê rê jî hatibûn girtin û kortej ji ku dê dest pê bikira jî hatibû diyarkirin. Lê berî bi dest pê bike bi saetek Walîtiya Enqereyê bi îdîaya "Dê DAIŞ êrîş bike" betal kir.
Berpirsên Ji Bo Ked û Demokrasiyê Yekirina Hêzê bertek nîşanî biryara walîtiyê dan û gotin ku peywira dewletê ew e ku ewlehiyê bigire.
Hat gotin ku rêveber û endamên Ji bo Ked û Demokrasiyê Yekirina Hêzê saet 18.00'an de li Yuksel Caddesî dê daxuyaniyê bidin.