Diyarname
Hunermend Madonna 64 salên xwe temam kirine û di nav xebata hunerê de jî 40 salên xwe temam kirin. Madonna niha ji bo 40 saliya hunera xwe li Amerîkaya Bakur û li Ewropayê tûrneyê li dar dixe. Li ser vê tûrneyê Madonna gotiye, “Bi hêviya şova ku heyranên min li bendê ne ez pêşkêşî wan bikim, heta ji min bê ezê zêdetir stranan pêşkêş bikim. Ev yek heyecanê dide min.”
Madonna bi “Kralîçeya muzîka popê” tê pênasekirin. Ji ber ku niha di nav hunerê de 40 sal temam kirine ji bo vê 40 saliyê dest bi tûrneyên nû dike. Ev tûrne dê li 35 bajaran li dar bikeve û di van konserên tûrneyê de 38 stranan dê pêşkêş bike. Navê "Madonna: The Celebration Tour" li vê tûrneyê kiriye û roja 15’ê tîrmeha îsal dê li Rogers Arena ya li bajarê Celebraiton a Kanadayê dest pê bike. Paşê ew dê derbasî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkyhe (DYA) bibe. Madonna ku li New Yorkê dest bi hunerê kiribû diyar dike ku ew dê cihek taybet bide vî bajarî. Ligel New Yorkhe li bajarên wekî Detroit, Chicago, Miami, Los Angeles, Denver, Atlanta û Boston ên DYA’yê konseran pêşkêş bike. Ev tûrne 7’ê kewçêrê dê li Las Vegasê bi dawî bibe.
Piştê bi dawîkirina vê tûrneyê bi hefteyek ew dê li dest si tûrneya Ewropayê bibe. Ev tûrne jî 14’ê mehê li Londonê dê dest pê bike. Li 11 bajarên Ewropayê dê derkeve ser dikê. Madonna li Parîsê li dû hev dê du konseran pêşkêş bike, paşê 1’ê berfanbaran 2023’yan bi konsera Amsterdamê vê tûrneyê temam bike.
Hunermend Madonna di 40 salên xwe yên hunerê de kariye bikeve nava lîsteya Bilboard Hot 100’ê.


