CANO ŞAKIR
Di mijara ziman û parastina ziman de pirsa ku xwe di hişê mejiyê rewşenbîrên kurd de dibe û tîne, car caran tevegerên bê encam di bîr û wijdanê rewşenbîran de dimînin.
Gelo hetanî kîjan dem û serdeman li pey vê mîratgeriya wêjeya me ya ku ji bin toza dîrokê de hîna li ber xwe dide û kêferata azadkirina reseniya peyvê dike, em ê çawa ji bin bandora ziman û çanda serdestan û ji vê êşê xwe rizgar bikin; û vê trajediya wêjeya xwe em ê bêbandor bikin? Heger em li rêjeya nivîskarên ku bi zimanê serdestan dinivîsînin rast werin, em ê rastî malwêraniya mezin bên. Jixwe, mebest ne ew e ka nivîskar bi zimanên serdestan binvîsînin -çi tirkî, çi erebî û çi farisî- yan jî bipeyivin, Na!
Mebesta bingehîn di vir de ew e ku nivîskarên kurd nekevin bin wê bandora ku peyv û wêjeya serdestan tevlî edebiyata kurdî bikin û tesîra çanda serdestan li zimanê me nekin.
Helbestavan û wêjevanê kurd Ehmed Huseynî di mijareke xwe de li ser babeta bindestan wisa gotiye, “wek"i ku çawan xewn û mebest û eger û armanc û çarenivîs û heta bi gernameyên jiyanê, wisa jî pirsên bindestan û serdestan ji hev cuda û cihêwan in, lê malkambaxî û sosreta me ya herî dijwar ew e ku em nikarin pirsên bindestên xwe biafirînin.
Lê pirsên ku em bikaribin bi alîkariya wan li xwe bipirsin,
Li xwe bigerin,
Xwe bixwînin,
Xwe şîrove bikin
Û…
Xwe bibînin!”
Li vir em vê ji bîr nekin Ehmed Huseynî vê bi bîra me dixe.
Felsefeya bindestiyê wiha dibêje, “Hetanî kêlîka dagirkeriyê ya herî dawî wê dewam bike.” (Colonial moment).
Li vir û bi kurtî pir pêwîst e di serî de ji rewşenbîran û hem"u kesan re ku xwe di mijara ziman û parastina ziman de diwestînin, em bibêjin, baş bizanin ku ev dema me ya îro hewcedariya me bi afirandina çand û wêjeyeke cuda ji ya serdestên çand û wêjeya me heye; dûrî kûştina ziman dûrî bişaftina nasnameya kurdî (rewşenbîrî) dûrî talankirin û qirkirina bîr û boçûnên hiş û keseyatan, dûrî şûştina mejî û valakirina hest û ramanan. Di vê pêvajoyê de ku kurd bi çanda xwe û êşên xwe hêdî hêdî li meydana wêjeyî tên naskirin, pir girîng e ku şêwe, nivîsandin û bikaranîna ziman li derveyî çanda serdestan û bandora şêweyên wan ên rewşenbîrî be.
Li milê din, heger em baş li mijarê binihêrin, em ê wê bandor û serencama perwerdehiya bi çanda dagirkerên welatê me bibînin; şûnûşopa dijwar a fêrkirin û perwerdehiya serdestan li ser zimanê kurdan û armancên wan yên tinekirinê di milê lawazkirin û biçûkxistina zimanê me de ne. Ev rêbaz, şêwe, mentalîte û têgeha wan ji kevnariya dîrokê tên.
Mebesta wan jê jixwe ew e ku kurdan ji kokê ve tune bikin. Bi hatina ola Îslamê hemû tiştên ku girêdayî neteweya kurd bûn ketin ber kêr û meqesên wan û her wiha bi agirê tolhildanê neyartiya kurdan kirin. Ya herî berbiçav ola kurdan ji wan birin. Ji mînaka herî darîçav gava tu li peyamên wan guhdarî dikî, dibêjin Yek Al ,Yek Milet, Yek Netewe. Lê herçî kurd in, ji berê ve mafê jiyanê ji her kesî re û paşê ji xwe re xwestine.
Lê mijara herî girîng di vê pêvajoya nakok de ew e ku rewşenbîrên kurdan divê hişyar bin, ji dîroka xwe fêr bûbin, divê bandora çand û bi zimanê wan li wan bibe
13.08.2019, Yenî Ozgur Polîtîka