Diyarname
19'emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist êvara 12'yê mehê bi merasimek dest pê kir. Heta 19'ê mehê bi dehan belgefîlm li benda temaşevanan in.
Merasima destpêkirina Documentaristê li Muzeya Pera ya li Beyogluya Stenbolê li dar ket. Organîzatorên Documentaristê Emel Çelebi û Necati Sonmez axivî.
'EM HÎN BÛN BI DERFETÊN BIÇÛK VÎ KARÎ BIKIN'
Çelebî pêşî axivî, qala serboriya Documentaristê kir û got, "Di van 19 salan de tiştê em hîn bûn ev e; Bi derfetên kêm mirov dikare çawa vî karî bidomîne. Em komek biçûk in. Bi vê koma biçûk ev 19 sal in em vê li dar dixin. Bi bawerî û hêza we daye me, me îsal rojên belgefîlman derxistin 9 rojan. Berê 6 roj bûn. Ji bilî nîşandayîna belgefîlman, çalakiyên me yên din jî hene, em hêvî dikin hûnê werin wan jî."
Li aliyê din Çelebî sipasiya pêşjurî ku van belgefîlman hilbijêre û sipasiya juriyê ku dê ji bo xelatê belgefîlman hilbijire jî kir.
'KAYÛM, BUTLAN, ROJEVA TIRKIYEYÊ DIGUHERE, ROJEVA ME NAGUHERE'
Organîzatorê din Sonmez jî diyar kir ku ew hîn bûne di nav her cure mercan de vê festîvalê li dar bixin. Sonmez bal kişand ser tijebûna salonê û got, "Tiştek xweş e mirov bibine ku salon tije ye. Tiştek xweş e em we li vir dibinin."
Sonmez bal kişand ser kayûman, butlana li ser CHP'ê, bajarê ku piştî erdhejê hatiye çêkirin lê bi barîna baranê re di bin avê de maye û got, "Li Tirkiyeyê bi bûyerên wisa her rojev diguhere, lê yê me rojeveke me heye ku naguhere; belgefîlm. Belgefîlmên me li ser van in. Li ser mafên mirovan in, li ser zehmetiyên li girtîgehan in. Li ser jinan in."
Her wiha Sonmez diyar kir ku ewê di vê çalakiyê de bal bikişîne ser "arşîv"ê ku di vê serdema Aqilê Jîrek de wê çawa bibe û banga beşdariya vê çalakiyê jî kir.
Piştî axaftinan wekî belgefîlmên destpêkirina Documentaristê belgefîlmên bi navê "Ben yerde ölürken / Dema ez li erdê dimiriyam" (derhêner Mohammadreza Farzad, Pegah Ahangrani), "İçeride, Vadi Şarki Soyluyor / Li Hundir, Newal Stranê Distrê" (Derhêner Nathan Fagan), "Burcu'nun Melekleri / Melekên Burcu" (Derhêner Ozgun Gunduz) û "Habarelerin Fisiltisi / Dengê Kavilan" (Derhêner İklim Dogan) hatin nîşandayîn.
CIHÊN NÎŞANDAYÎNÊ
Li Navenda Çanda Fransiz, Aynali Geçit, Muzeya Pera û li Postaneyê belgefîlm têne nîşandayîn û çalakiyên din li dar dikevin.
Nîşandayîna belgefîlmên li Muzeya Pera û li Postaneyê bê pere ne, li Aynali Geçit û Navenda Çanda Fransiz tam bi 100 TL, xwendekar bi 50 TL'yî ne. Li aliyê di Bilêtê Kombine wekî 5 fîlm bi 400/200 TL, 10 fîlm wekî 750/350 TL'yî ne.



