Diyarname
Li navçeya Brovary ya paytexta Ûkrayna Kîevê helîkopterek li erdê ket. Di helîkopterê de Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Denis Monastirskiy, cîgirê wê Yevhen Yenin jî têde 18 kes mirin. Waliyê Herêma Kîevê Oleksii Kuleba gotiye ku di nav kesên mirine de 2 zarok hebûn, her wiha 15 jî zarok 29 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Karên Hundir ê Ûkraynayê wisa gotiye, "Mufetîş li ser vê trajediyê lêkolînê dikin. Mesele sabotoj e, yan erezibûna helîkopter e, yan jî îhlala firîna ewlehiyê ye, emê di demek nêzîk de fêm bikin."
Hat gotin ku helîkopter girêdayî Karên Rewşa Lezgîn bû û helîkopter li cihek nêzî dibistana zarokan ketiye û paşê şewat çêbûye.