logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Piştî 44 salan Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike

  • Dîrok: 06/01/2023
  • Beş: Spor

Diyarname

25’emîn tûrnûvaya fûtbolê ya Kûpaya Kendavê li bajarê Besra yê Iraqê îro destpê kir. Bi vê yekê piştî 44 salan cara yekem e ku Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike. Merasima destpêkirina tûrnûvayê li Stada Cidî el-Nahl a li Besrayê li dar ket. 55 hezar temaşevan di merasima destpêkirina tûnûvayê de amade bûn. Tûrnûva bi lîstika di navbera Iraq û Ummanê dest pê kir, lê her du tîman nekarî zora hev bibin. Maç bi 0-0 bi dawî bû.

Tûrnûva di navbera 6-19’ê mehê de dê li dar be. 8 tîm di nav tûrnûvayê de hene ku li du koman parve bûne.

Tîmên Koman

Koma yekem ji tîmên Iraq, Erebistana Siûdî, Umman û Yemenê pêk tê. Ev tîm dê lîstikên xwe li Stada Besrayê bilîzin.

Koma duyem jî ji tîmên Qatar, Îmarat, Behreyn û Kuweytê pêk tê. Ev jî dê maçên xwe li Stada Mînayê bilîzin.

Di sala 2010’an de Iraq ji bo mazûvaniya kûpayê hatibû hilbijartin lê ji ber fikarên ewlehiyê yên li Iraqê her taloq bûbû û li welatên din ev tûrnûva li dar ketibû.

Berî vê di sala 1979’an de li Bexdayê tûrnûvaya Kûpaya Kendavê li dar ketibû û piştî wê heta niha Iraqê nikaribû mazûvanî bike.

Serokwezîrê Iraqê Mihemmerd Şiya es-Sudanî di merasima destpêkirinê de axivî û got ku ev ji organîzasyona fûtbolê wêdetir şahiya biratî û piştgiriyê ye û got, “Basra mala hemû Kendav û ciwanên ereb e. Iraq dilşad e ku piştî salan dost û birayên xwe li vê derê dike mêvan.”

Di tûrnûvayê de lîstikvanên kurd

Serokê Herêma Kurdistana Federal Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî merasima destpêkirina tûrnûvayê bû. Barzanî ligel hin rêveber û Waliyê Hewlêrê çû Besrayê.

Li aliyê din di nava tîma neteweyî ya Iraqê de 5 lîstikvanên kurd hene. Teknîk dîrektorê spanyolî Jesus Casas tîma neteweyî ya Iraqê bi rê ve dibe. Alay Fazil, Rêwan Emîn, Ehmed Yasîn, Şêrko Kerîm û Aso Rustem wekî lîstikvanên kurd di nav tîmê de cih digirin.

Ehmed Yasîn li Orebro ya Swêdê, Rêwan Emîn û Şêrko Kerîm li Dalkurdê dilîzin.

Dîroka Tûrnûvayê: Herî zêde Kuweyt bi ser ketiye 

Bi navê xwe yê fermî Tûrnûvaya Kûpaya Neteweyên Kendavê di sala 1968’an de dest pê kir. 8 welatên Kendavê beşdar dibin. Tûrnûva du salan carek li dar dikeve lê carinan ji ber sedemên siyasî ev derketiye 3 an 4 salan carek.  Di sala 1968’an de Behreyn, Kuweyt, Erebistana Siûdî û Qatar beşdarî Olîmpiyatên Havînê yên li Meksîkayê dibin û bi vî awayî biryara vê tûrnûvayê didin. Lê bi awayekî fermî di sala 1970’ê de yekemîn car li Beyreynê li dar dikeve. Vê salê Kuweyt bi ser dikeve û kûpayê digire. Heta niha herî zêde Kuweytê ev kûpa bi dest xistiye. Tam 10 caran Kuweytê kûpa biriye mala xwe. Paşê Erebistana Siûdî, Iraq û Qatar tên ku her yekî 3 caran kûpa girtiye.  Îmarat û Ummanê her yekî 2 caran serketina xwe ragihandiye û Behreyn jî bi carek di nav serketiyên vê kûpayê de cih girtiye.. 


Di merasima destpêkirina tûrnûvayê ku li Stada Cidî el-Nahl a li Besrayê li dar ket de 55 hezar temaşevan amade bûn.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

news
  • 27 10 2026

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

news
  • 27 10 2026

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

news
  • 27 10 2026

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

news
  • 24 10 2026

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news
  • 24 10 2026

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Elîfba hîmê literatûrayê ye

ad

Komên EUFA 2016'an

ad

Putinî daxwaze parastina heta hetayê îmze kir

ad

Ziman xwîna giyanî ye - raman tê de diherikin û jê çêdibin

ad

Siyadê 'Carol' wekî fîlmê herî serketî hilbijart

ad

Kefçî û çetelên Hîtler hatin firotin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname