logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî
  2. Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir
  3. Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin
  4. Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin
  5. Îdirî tarîx nişt
news-details

Elîfba hîmê literatûrayê ye

Ereb Şamîlov li ser girîngiya lîteratur û alfabeyê nivîsiye...

  • Dîrok: 26/05/2020
  • Beş: Serbest

Ereb Şamîlov

(Ji tîpên krîlî: Rohat Alakom)


Niha cmaeta ermeniya bi hub û hezkirineke mezin pêşhaziriya derbaskirina eyda 1600-salîya bûyîna efrandarê herfêd ermenî Mesrop Maştos dibîne. Îdarêd xwendina blind û ulmîda bona wê sersalîya eyan konfêrans têne derbaskirinê, gelek cîya temaşegehêd hewaskar hatine teşkîlkirinê.

Ev, eyda hemû xebatkarêd respûblîkaêye. Tevî brêd xweye ermenî xebatkarêd respûblîkaêye ûris, adrbêcan, kurd, hemû-hemû xebatkar bona vê sersalîê nava şaynetîêdane. Kurdêd Pişkavkazê bi herfêd Maştosbûn, ku cara pêşin pey altindariya qeydê sovêtîêra bi zmanê xwe xwendin, hîmê elîfba kurdî hate danînê.

Sala 1921-a bû gava bajarê Êrêvanêda bi spartina hukumetê Lazo (Hakob Gazaryan) destbi şuxilê sazkirina elîfba kurdî kir.  Ewî hema wê salê herfêd Mesropê dinêeyan anegorî zmanê kurdî kir û elîfba kurdî sazkir. Bi wê elîfbaê ktêba wîye “Şems” bona dersxana yekê neşir bû. Partîa Komûnîstîêye Êrmenîstanê û hukumeta respûblîkaî gundêd kurdada mekteb vekirin, wekîlêd întelîgênsîa ermenîaye pêş çûne wan gunda û hîmê hînkirina zarêd kurda danîn.

Kurdêd xebatkar bi herfêd Mesrop cara ewlin bi zmanê xwe ktêb xwendin.

Bi herfêd Mesropbû, ku cara pêşin kurdên Pişkavkazê nasîya xwe dane lîteratûra û terîqa cmaeta ermenîaye bra. Bi saya seyasetîa partîaêye lênînêye mletîê hemû mecal hatine sazkirinê, wekî kurdêd Ermenîstanê kûltûra xweye bi form mletî bi serecem sosyalîstî pêşta bibin.

Cêribandina mektebêd kurdaye wan sala da kivşê, wekî elîfba ku bi herfêd ermenî hatibû çêkirinê, zarara hinekî çetin bû, çimkî ew herfêd ku elîfbaêda dewsa herfêd w, e’, q, h’ dihatine xebitandinê, pak uymîşî spêfîka zmanê kurdî nedibûn. Lazimbû elîfbake teze bihata sazkirinê. Partîa Komûnîstîêye Êrmenîstanê kete tefekûrîya vê pirsê. Sala 1925-a Kommerkazîye PK Ermenîstanê sparte Komîsarîata ronayêye cmaetê û xudanê van rêza, wekî pirsa sazkirina elîfba kurdîye tezeva mijûlbin.

Hema xût wê salêda destpêkirî xudanê van rêza û Î. Maragûlov wê pirsêva mjûlbûn û sala 1928-a îdî ser hîmê herfêd latînî elîfba kurdî hate sazkirinê, ya ku îdî sala 1929-a mektebada hate xwendinê. Gerekê bê gotinê vî şuxilîda akademîk Yosîf Abgarovîç Orbelîê rehmetî komekeke gelekî mezin da me.

Pey sazkirina elîfba tezera gelek ktêbêd dersdayînê, pêşekzanîyê, bedewetîê hatine neşirkirinê. Mesele çawa Emrê Lenîn, Kolxoz û kara wê gundîara, Terîqa înglaba Oktyabrê, Kurdêd Elegezê, Folklora cmaeta kurda û êd mayîn. Lîteratûra kurdaye sovêtîê roj bi roj pêşta diçû. Çend ktêb, ku bi zmanê kurdî neşirbûn, bi zmanê ûrisî, ermenî, adrbêcanî û zmanêd mayîn hatibûne tercimekirinê. Gelek nivîskar û şaîrêd cahil pêşta hatin, êd ku lîteratûra me bi efrandinêd hewaskare rindva dewlemend kirin.

Bona cmaeta kurda dha nêzîkva nasya xwe bide lîteratûra û kûltûra cmaetêd sovêdîê û cmaetêd welatêd dereke lazimbû elîfba kurdî, ku ser hîmê herfêd latînî hatibûne sazkirinê, bihata hildanê û ser hîmê herfêd ûrisî elîfba teze bihata sazkirinê. Û aha sala 1944-a Hecîê Cindî, Emînê Evdal û Wezîrê Nadrî elîfba kurdîye teze sazkirin. Eva qewmandineke mezin bû nava emrê kurdêd xebatkarda.

Pey sazkirina vê elîfbaêra lîteratûra me dha pêşta çû. Lîteratûra me bi efrandinêd tezeva dewlemend bû,  tevî nivîsara şiêrkî nivîsara vekirî jî pêşta çû.

Nava lîteratûra kurdada cara pêşin Ermenîstana Sovêtîêda pêşta hat qîza kurda - nvîskar Sîma Semend ya ku van axiriya berevoka serhatîêd xwe “Xezal” neşirkir.

Lê pey sazkirina elîfba tezera çiqas û çiqas şaîrêd cahil pêşta hatine, êd ku bi efrandinêd xweva derheqa emrê meyî îroyînî gulvedayî, derheqa Lênînê mezin, derheqa Partîa Komûnîstîêye ezîz, derheqa her pêşaçûyîna welatê meda distrên.

Eyda 1600-salya bûyîna efrandarê herfêd ermenî Mesrop Maştos eyda me gişkaye ezîze.

Rêya Teze, 1 Gulanê 1962

***

Têbiniya Rohat Alakom: Erebê Şemo di derbarê alfabe, ziman û edebîyata kurdî de nivîseke kurt û balkêş bi navê “Alfabe hîmê edebîyatê ye” nivîsîye (Rêya Teze, 1/5 1962). Em nivîsê bi tîpên latînî wekî xwe diweşînin. Erebê Şemo zêdetir bi hûralî qala serpêhatiya alfabeyên ku kurdên Sovyetê di nav 70 salan de bi kar anîne (ermenkî, latînî, krîlî) dike. Bi saya vê û çend nivîsên din em fêr dibin ku Erebê Şemo ne tenê roman nivîsîne, her wiha nivîsên cur bi cur di derbarê mijarên cihê de di rojnameya Rêya Teze û organên din de belav kirine, wekî mînak çend nivîsên wî jî di derbarê tevgera jinan û rewşa jinên kurd de dane (Rohat Alakom)

**

1- Kêşe, teolog û zimanzan Mesrop Maştos (362-440) di sala 405an de hîmê alfebeya ermenkî daniye.

2-  Li vir li şuna sala 1921an bi xeletî di rojnameya Rêya Teze de sala 1922an hatiye nivîsîn. Li ser alfabeya Lazo terîxa sala 1921 heye.


Têbiniya Diyarnameyê: Me tu dest nedaye nivîsê.

Parve Bike

Youtube Me

Roja Axê ya Dinyayê

news

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 05 12 2025

2025: 10 welatên herî aram

news
  • 04 12 2025

2025: Peyvên herî zêde lê geriyane

news
  • 28 11 2025

Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve

news
  • 25 11 2025

Pelên Şil

news
  • 25 11 2025

Rola Kurdan di berbelavbûna gendeliya Iraqê de

news
  • 24 11 2025

Şşş! Hiş be, şik afirî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Fûtbola Tirkiyeyê têk çû

ad

Almanan zora fransizan bir

ad

Em vê hefteyê 'Berf Helî' derdixin pêş

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê de tîmên bajarên kurdan

ad

Wêneyê hefteyê: Tabelaya bi 4 zimanan

ad

'Rewşen' li WÎB'ê tê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Notên li ser Konferansa Aştiyê ya Navneteweyî

  • 06 12 2025
news

Kiliç li ser HSD'ê qala hevdîtina li Îmralî kir

  • 05 12 2025
news

Ji bo Maçên Koman pişke hat kişandin

  • 05 12 2025
news

Li ser jiyana hunermend Elî Esxerî belgefîlmekî tê kişandin

  • 05 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname