Diyarname
Ji 15'ê meha borî ve êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanî dom dikir û di van êrîşan de gundên derdora Kobanî hemû ketibûn destên çeteyan. Niha hêdî hêdî rewş diguhere. Gundê Til Şeîr ê aliyê rojavayê Kobanî û girê Kaniya Kurdan aliyê rojhilatê Kobanî careke din ketin destên hêzên YPG/YPJ'ê.
Li gor nûçeya ANHA'yê YPG'ê ev der ji destên çeteyan girt û ala YPG'ê li ser girê Kaniya Kurdan çikand.
Balafirên şer ên Hêzên Koalîsyonê ku ev çend roj in bombeyan bi ser çeteyên DAIŞ'ê dibaînin, bombebarana wan îro jî dom kir. Li aliyê din aliyê rojhilat û başûrê Kobanî şerê di navbera YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de didome.