Diyarname
Orhan Pamuk, Gunter Grass, Ahmet Altan, Mehmet Altan, Salman Ruşdi jî di nav de 60 rewşenbîrî nameyeke weşandin û qedexeya li ser Twitter û Youtube rexne kirin.
Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî (PEN International) li ser qedexeya Youtube û Twitter a li Tirkiyeyê nameyeke rexneyî nivîsand. Ji Tirkiyeyê Xwediyê Xelata Nobelê Orhan Pamuk, Ahmet Altan, Mehmet Altan, Can Dundar, Perihan Magden, Orhan Pamuk û Elif Şafak, ji derveyî Tirkiyeyê Hanan al-Shaykh, Ahdaf Soueif, Samar Yazbek, Elfriede Jelinek, Zadie Smith, Salman Ruşdî jî di nav de 60 nivîskar û rewşenbîrên navdar name îmze kirin.
Di nameyê de wisa hat gotin: "Bi zagona înternetê ku gaveke paşmayî ye re Twitter û Youtube bi temamî hatin girtin ku ev girtin û êrîşên li dijî azadiya ragihandinê têne kirina nayên qebûlkirin. Tirkiye bi 36 mîlyon bikarhênerê înternetê re li Ewropayê girseya herî ciwan a înternetê bikar tîne ye ku ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek jî dike ku li nav cîhana Îslamê de Tirkiyeyê derdixe asta welatê ku herî zêde înternetê bikar tîne. Înternet ku girsiyên cuda bi hev ve girê dide, ew bi vê rêyê fikrên xwe tînin ziman. Ev yek gaveke girîng e ku demokrasiyê xurtir dike û toreke bi fêde ye."
Di nameyê de hate gotin ku Twitter û Youtube bêyî cudahî bixe navbera çîn, koka etnîkî, fikra polîtîk her kes bi vê dengê xwe derdixe û wisa dom kiriye: "Li Tirkiyeyê 12 mîlyon bikarhênerê Twittere hene. Tirkiye welatek e ku nirxên laîkî yên rojavayê û çanda Îslamê bi hev re dijî. Dora wê bi neyaran nepêçandiye. Ew newelatek îzolekiriye. Ew parçeyeke civaka navneteweyî ye. Ricaya me ji rêberên Tirkiyeyê ew e ku di warê azadiya ramanê de ku kevira bingehîn a xîma demokrasiyê ye; berevajî vê yekê barê dikeve ser milên wan bînin cih, di çarçoveya peymanên navneteweyî de gaveke leztir rê li ber Twitter û Youtube vekin.