AMED
15 baroyên bajarên kurdan li hev civiyan û piştî civînê encamnameya xwe parve kirin. Baroyan got, “Pirsgirêka kurd, pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê ye. Divê ev pirsgirêk li ser bingeha hemwelatiya wekhev û bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.”
Baroyên Amed, Wan, Batman, Semsûr, Agirî, Çewlik, Bêdlis, Dêrsim, Culemêrg, Qers, Mûş, Sêrt, Riha û Şirnexê 4’ê mehê li Salona Baroya Agiriyê li hev civiyan û li ser pirsgirêkên pîşeyî, hiqûqî û civakî axivîn.
Baroyan bi giştî jî li ser pirsgirêkên kurdan, pirsgirêkên mafên mirovan û pirsgirêka kurd nîqaş kir. Baroyan îro jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê encamnameya civîna xwe eşkere kir.
TUNDIYA LI SER PARÊZERAN
Baroyan di daxuyaniyê de li ser tundiya dijî parêzaran sekinî û diyar kir ku ligel vê tundiyê, tundiya aborî jî li ser wan heye û wisa got, “Divê Wezareta Edaletê heqê alîkariya edlî û yê diravê zêdetir bike. Divê rêjeya KDV ya heqê CMK’ê ji sedî 1 bê daxistin. Nexwe ji bo rakirina astengiyên li pêşiya xebatên pîşeyî yên hempîşeyên me em ê hemû bikin û ji bo parastina hiqûqa hempîşeyên xwe hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”
BI RÊYA AŞTIYÊ ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD
Di encamnameyê de li ser pirsgirêka kurd hate sekinîn û diyar kirin ku bi polîtîkayên “ewlekariyê” pirsgirêk çareser nabe û ev yek lê zêde kirin: “Çaresernekirina pirsgirêka kurd, yek ji astengkiyên herî mezin ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Gelek caran hatiye tecrubekirin ku pirsgirêka kurd bi polîtîkayên tundî û ewlekariyê çareser nabe. Divê pirsgirêk kurd li ser bingeha hemwelatiya wekhev û bi rêyên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.”
DOZAN BETAL BIKIN
Li ser “doza girtina HDP’ê” jî baroyan bang li dadgehê kir ku doza girtina HDP’ê û hemû dozên girtina partiyên siyasî beta bike
Baroyan diyar kir ku hikumet dixwaze li ser rêxistinên pîşeyî hewldaneke kayûman ava bike û bang li hikumetê kir ku dest ji kirinên bi vî rengî berde.
Baroyan li ser sansura li ser çapemeniyê jî diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya azadiya çapemenî û xweîfadekirinê bên rakirin.