Diyarname
Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê 2'yemîn Kongreya DTP'ê de lêpirsîn da dest pê kirin.
2'yemîn Kongreya Asayî ya DTP'ê duh li Enqereyê li Ataturk Spor Salonu bi beşdariya deh hezaran li dar ket. Di kongreyê de Ahmet Turk ji bo Hevserokatiyê, 80 kes jî ji bo Meclisa Partiyê hatin hilbijartin. Buroya Lêpirsîna Sûcên Çapemeniyê ya Dozgeriya Enqereyê bi lezgînî der barê kongreya DTP'ê de lêpirsîn da dest pê kirin.
Lêpirsîn li ser xala 215'an a Zagona Cezayê ya Tirk (TCK) hate dest pê kirin û dê li ser "Pesindana sûc û sûcdar" lêpirsîn bê kirin, di encamê de pêwistî bê dîtin dê doz bê vekirin.