Diyarname
Di Kûpaya Klûbên Dinyayê ya FIFA'yê de tîma Brezilya Santos û tîma Katalan Barselona hatin hemberî hev. Barselonayê bi 4-0 Santos têk bir û bû şampiyona dinyayê. Barselonayê di sala 2009'an de jî heman kûpa bi dest xistibû.
Maç li Bajarê Yokohoma ya Japonyayê li Stada Nissanê li dar ket. Barselona ji serê maçê heta dawiyê serdestê maçê bû.
Di deqîqeya 17'an de Messi, di deqîqeya 24'amn de Xavî û di deqîqeya 45'an de Fabregas golên Barselonayê avêtin û nîveka yekemîn bi 3-0 bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de Messi di deqîqeya 82'yan de careke din derket meydane û mohra xwe li maçê da: 4-0.
Barselonayê di sala 2009'an de jî tîma Arjantîn Estudiantes bi 2-1 têk biribû û kûpa biribû mala xwe.
Her wiha piştî maçê Missi xelata Zêrîn a Lîstikvanê Herî Serketî ya salê, Puyol jî xelata zîvîn girt.
Kunye:
Stad: Nissan
Barcelona
Valdes, Pique, Puyol, Abidal, Dani Alves, Fabregas, Iniesta, Xavi, Busquets, Thiago, Messi
Santos
Rafael, Edu Dracena, Durval, Leo, Bruno Rodrigo, Danilo, Henrique, Arouca, Ganso, Borges, Neymar 11’iyle çıktı.
Hamet: Ravşan Ermatov (Ji Ozbekistanê)
Gol: Messi (dq 17 û 82), Xavi (dq 24), Fabregas (dq 45)