Nivîskar Receb Dildar pirsên Diyarnameyê yên li ser pirs û pirsgirêkên nivîs û nivîskariya kurdî bersivandin:
* Tu berhema xwe di kîjan şert û mercan de diafirînî?
BERSIV: Gava em bi rastî bersiva vê pirsê bidin, divê em eşkere bikin ku tu şert û mercên berhem afirandinê li cem me tune ne, em ji bêariya xwe berheman diafirînin.
* Di dema afirandina berhemê de pirs û pirsgirêkên te yên sereke çi ne?
BERSIV: Di dema afirandina berheman de pirsgirêkên sereke, pirsgirêkên aborî ne. Ne ji bo xebatê buroyeke te heye û ji ber ku hişe te tim li ser debara malê ye tu nikarî ji vî karî re zêde wext jî veqetînî.
* Tu dikarî bi rehetî berhema xwe bidî çapkirin?
BERSIV: Çapkirina berheman bi serê xwe pirsgirekek mezin e. Divê bê zanîn ku pirraniya nivîskaran berhemên xwe bi pereyên xwe çap dikin. Weşanxaneyên ku pere ji nivîskar nastînin pir kêm in. Weşanxaneyên pere nastînin an ji ciyek fînansman dibînin an jî ji bo kitêbên wan têkevên nav bazarê rê û rêbazan çêkirine.
* Dema ku te berhema xwe da çapkirin, te bi weşanxaneyê re peymaneke çawa çêkir?
BERSIV: Du berhemên min hatine çapkirin. A pêşîn: Ji ber ku weşanxaneyên min bi wan re têkilî danîn pereyeke zêde xwestin (mesrefa çapê yek be wan çar xwest) min bi xwe berhema xwe da çapê. Ya duyem: Ji aliyê Weşanxaneya Dozê ve hat çapkirinê. Me tu peyman çênekir, wan ji min pere nexwestin û çi cara ku min ji wan kitêb dixwest ji min re şandin. Ya sêyem: Li ber çapê ye.
* Te heqê telîfê stend an na?
BERSIV: Me li ser meseleya telîfê xeber nedaye.
* Weşanxaneya ku pirtûka te çap kir, bi qasî ku heq dike qîmet da berhema te yan na?
BERSIV: Ji ber ku redaksiyona weşanxaneyê ya profesyonel tune bû, kitêb bi gelek xeletiyan çap bû.
* Berhem baş hate belavkirin yan na?(li cem hemû pirtûkfiroşên navendî peyda dibe yan na?)
BERSIV: Kitêb li pirtûkfiroşên sereke yên ku berhemên kurdî difroşin peyda dibe.
* Bi têra xwe reklam hate çêkirin, weşanger ji bo danasandin û reklamê berpirsiyariya xwe bi cih anî yan na?
BERSIV: Ji bo reklam û danasînê weşanxaneyê tu xebatek nekir. Wekî din jî hewldanek çênebû.
* Bi te weşangerên kurd di warê edîtorî û redaksiyonê de berpirsiyariya xwe bi cih tînin an na? Heke tu bawer dikî bi cih naynin, tu dikarî çend mînakan bidî? Lazim e ku çi bikin, nakin?
BERSIV: Her çi qas navê weşanxaneyê li ser wan be jî piraniya wan wek çapxaneyê kar dikin. Du-sê weşanxane hene ku karê edîtorî û redaksiyonê bi cîh tînin lê yên din tevde pere ji nivîskar distînin û kitêbê dişînin çapxaneyê.Tiştê ez zanim Avesta kitêbê bi çend kesan dide xwendinê. Dibe ku yek- du weşanxaneyên din jî bi vî awayî dixebitin lê ez nizanim. Bi piranî bêyî ku lê mêze bikin xwediyê weşanxaneyê wek redaksiyon navê xwe li ser kitêbê dike û diweşîne.
* Tu bawer dikî sedemê kêm firotina pirtûkên kurdî weşanger in?
BERSIV: Rastiyek heye, ji sebebê kêm firotina kitêbên kurdî yek jê weşanger e. Pênasa weşanger ew e ku kitêbê çap bike, têxe nav bazarê û ji bo bide firotanê hewl bide. Avesta vî karî baş dike û di weşangeriyê de gelek bi pêş ve ketiye. Weşanxaneyeke din a biserketî Nûbihar e, rê û rêbazên belavkirinê qels be jî peyda kiriye.Weşanxaneyeke din jî heye ku gelek di ber xwe dide û dixwaze kitêbên xwe têxe nav bazarê, ew jî weşanxaneya Lîs e. Weşanxaneyên din ji ber ku piraniya wan wek çapxaneyê dixebitin û ji bo kitêbên xwe têxin nav bazarê serê xwe naêşînin eger ji ciyekî fînansman nedîtibin, destên xwe dirêjî bêrîka nivîskar dikin. Ji bo bala weşangeran bikişînim ez ê du mînakan bidim. Di sala 2003’an de min li Amedê karê pirtûkfroşiyê dikir. Min ji bo berhema Sedat Yurtdaş (Xelat) roja îmzeyê çêkir 130 kitêb hatin îmzekirin. Du meh şûnde min eynî tişt ji bo berhema Fevzî Bîlge (Jidilara) çêkir, bi kêmanî 100 kitêb hatin îmzekirin.
* Sala par 110'an zêdetir pirtûkên kurdî hatin çapkirin, gelo te ji van çend heb KIRÎN? Ku te nekirîbûn çima?
BERSIV: Kitêbên kurdî yên ketibin bazarê hema bêje ji sedî nod ketine pirtûkxaneya min. Yên min ew nekirîne yan li ber çavên min neketine, yan mijara berhemê bala min nekişandiye.
* Hejmara nivîskaran û berheman her diçe zêde dibe, lê hejmara xwendevanan zêde nabe, tu vê rewşê çawa dibînî?
BERSIV: Dereceya asîmîlasyonê her diçe zêde dibe, gel her diçe ji berê zêdetir bi ber pêlên asîmîlasyonê dikeve. Li hêla din jimara rewşenbîrên ku xwe ji pêlên asîmîlasyonê xelas dikin jî zêde dibin.
* Bi te di roja me de, -dema ku em şert, derfet û realîteya welatê kurdan jî li ber çavan bigirin-, pirsgirêkên nivîsa kurdî yên herî sereke çi ne gelo?
BERSIV: Pirsgirêka nivîsa kurdî, pirsgirêka miletê kurd e. Dagirkeriyê ruhê me xistiye nav destê xwe û pê dilîze. Dagirker dizanin ku zimanê kurdî biqede wê kurd jî biqedin. Ji ber vê yekê jî hemû xebatên xwe li ser vê bingehê dajon. Dagirker di vê siyaseta xwe de bi ser ketine. Kurd canfeda ne, xwe didin kuştine, di zîndanan de radizên lê nivîsandin û xwendina kurdî ji wan re gelek zehmet e. Çimkî di nav kurdan de neteweperwerî bûye gunehkarî û yekê ji neteweperweriyê dûr bikeve wê çi qas karibe li zimanê xwe xwedî derkeve? Mejiyê me 24 saet di bin êrîşa tirkî de ye, ew jî ne bes e, li ser navê «nivîskariya kurd» gelek kes bi tirkî dinivîsînin an li ser navê projeya «du zimaniyê» nivîskarên tirk tînin navçe bi navçe li Kurdistanê digerînin û li ser navê xizmeta ziman, jahra dagirkeriyê bi destên xwe belav dikin. Malper û rojnameyên me jî wek ku karekî bi rûmet hatibe kirin, bi manşetên mezin ev kar dipesinînin. Roja ku hişmendiyên neteweperwer di nav kurdan de belav bibin, wê rojê ew ê nivîskariya kurd jî pêş bikeve. Lê heta ku em neteweperweriyê bi gunehkarî bi nav bikin, em ê nikaribin ji nav vê çerxa bêyom derkevin.
* Hemin çareya pirsgirêkê siyasî ye, ji bilî aliyê siyasî yê têkildarî dewletan; gelo tiştên ku a niha nivîskar hem wekî şexs yek bi yek, hem jî bi giştî bi hev re, ji bo çareseriyê bikin hene yan na? Wekî mînak; di navbera nivîskaran de çêkirina yekitiyeke baş a ku nivîskarên çar parçeyan pê ve girêdayî (wekî konfederasyonekê, an jî PEN’ê) mimkun e gelo? Hebûna yekitiyeke wiha ku ji hemû hêzên kurd serbixwe be gelo dê nekare roleke baş bilîze? Hem ji bo lidarxistina hin bernameyan, hem ji bo danasandin û piştgirîdayîna nivîskaran û gelek tiştên din…
BERSIV: Ez di wê baweriyê de me ku her nivîskarekî/e kurd di warê ziman de wek mîsyonerekî dixebite. Qonaxa ku kurdî aniha lê ye bi xebatên wan ên fedekarane gihîştiye wê derê. Gava di warê yekitiyê de xebatek hebe an komekê çê bibe, siyaset an siyasetmedar destên xwe dirêjî navê dikin û ji hev dixin. Komeleya Amedê jî ji ber vê sebebê heta îro bi ser neketiye. Komele negihîştine wê qonaxê ku ji bo pêşxistina ziman rêyekê bidin ber siyasetê, lê siyasetê ji bo komeleyê bi kar bîne tim destê xwe dirêjî nav wê kiriye. Pirsgirêkeke din jî ev e ku di nav komeleya nivîskaran de du zimanî heye. Nav li ser kurdan e lê nîvî endamên komeleyê bi tirkî dinivîsînin. Yanî Komeleya nivîskarên kurd, ji bo zimanê tirkî jî xebatan dike. Mînak; ji bo helbest û çîrokên tirkî bernameyan li dar dixe. Çimkî ji bo me «ziman ne muhîm e, hevaltî muhîm e.» Li seranserê welat, gava komeleyên bihêz bên sazkirin, wê li ser siyasetê jî bandor bikin. Lê berî konfederasyonan divê komeleyên ku bikaribin li ser lingê xwe bisekinin hebin. Konfederasyon gava duyemîn e.
* Par li Amedê Rojên Wêjeyê nehate lidarxistin; nivîskaran dengê xwe nekir. Yanî lidarxistina gelek çalakiyên wekî rojên wêjeyê û panel û semîneran maye ser daxwaza şaredar û siyasetmedaran, ma ev ne tişteke xelet e? Ku şaredar/siyaset qet neke!? (Ma nivîskar di nava xwe de nikarin saziyekê çêkin û karên wiha nehêlin li benda şaredariyan! Helbet dikarin ji hemû saziyên, komele, weqf, şaredarî, an jî hikumetan piştgirî bigirin wan bikin sponsor di hêla aborî de) Bi kurtasî ma ji destê nivîskaran tu tiştek nayê gelo?
BERSIV: Ji xwe lidarxistina rojên wêjeyê ne karê siyaset û şaredariyê ye. Ji bo rojên wêjeyê şaredarî ancax dikare bibe sponsor. Ev kar, karê komeleya nivîskaran an weşanxaneyan e. Şaredarî ji bo reklama xwe bike rojên wêjeyê li dar dixe, gava li hesabê wê neyê ew ê dev jê berde. Ez ne di wê baweriyê de me ku ji bo zimanê kurdî derdekî şaredariyê hebe. Gava di vî warî de karek bike jî, yekê ku di siyasetê de, jê cihê bifikire di bernameyan de nikare cih bigire. An wek nivîskarekî Amedî, her roj di kolan û kuçeyên Amedê de em li hev diqelibin, lê di «Guldesteya çîrokan» ya Şaredariya Amedê de ez û yên wek min nikarin cih bigirin. Çimkî ez xeletiyên wan rasterast li rûyê wan dibêjim, her kes baş dizane ku siyaset ji rexneyan hez nake. Divê komeleya nivîskaran, vî barî bigire ser milê xwe û li benda şaredaran nehêle. Eger karibe, bila ew şaredaran bi kar bîne.