Diyarname
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê û DineDream "Di 60'emîn Salvegerê de Mafên Mirovan de" pêşbaziya afîşan da dest pê kirin.
Îsal 60'emîn salvegera pejirandina Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Ji bo vê 60'emîn salê gelek çalakî hatin li dar xistin û niha yek ji wan a din hate dest pê kirin.
Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê û platforma hunermend û şêwekaran DinoDream.com bi hev re pêşbaziya sazkirina afîşan da dest pê kirin.
Pêşbaziya ku ji bo 60'emîn salvegera Danezana Mafên Mirovan hatiye amadekirin ji xwe re kiriye armanc ku vê danezanê zêdetir bide nasîn û pêzanîna 30 xalên vê danezanê belav bikin.
Amator an profesyonel her kes dikare beşdarî pêşbaziyê bibe. Pêşbazî wisa didome: 10 kewçêr roja destpêkirina pêşbaziyê. 1-10 sermawez rojên li malperê barkirina afîşan. 10-15 sermawez rojên dengdayîna afîşan û 17 sermawez roja diyarkirina encamê.
Kesên ku bibin yekemîn dê plaketeke û yên duyem û sêyemîn jî dê belgenameyeke bigirin.
Ji bo kesên eleqedar:
http://www.dinodream.com/
http://www.amnesty.org.tr/


