Diyarname
2’yemîn Festîvala Fîlman a Zurîhê îsal 18’ê mehê dest pê dike û heta 24’ê mehê dê li dar be. Di festîvalê de gelek fîlmên kurdî hene.
Festîval Fîlman a Zurîhê ku par yekemîn car li dar ket û eleqe dît îsal cara diduyan li dar dikeve. Festîvala ku organîzatoriya wê Resul Gultutan dike dê fîlmên kurdan ên ji parçeyên cihê pêşkêş bike.
Amadekarên festîvalê gotin ku ew kêfxweş in ku festîvaleke wisa li dar dixin û wiha dom kirin: “Ji ber ku emê fîlmên aktuel ên kurdî pêşkêş bikin em dilşad in. Di demên dawî de gelek fîlmên kurdî hatin kişandin. Her ku diçe hejmara wan zêde dibe. Tenê di sala dawî de li dor 100 kurtefîlm û belgefîlm hatine kişandin. Bi taybetî li herêma kurdan a otonom îmkanên kişandina fîlman derketine holê. Ji xwe teknolojiya dîjîtal jî derfetê dide vê yekê. Em dixwazin van fîlman bigihînin temaşevanan.”
Di festîvalê de derhêner Yuksel Yavuz, Yusuf Yesiloz, Viyan Mayî, Ozgur Rayzan, Aydin Sevinç dê hem fîlmên xwe pêşkêş bikin û hem jî beşdarî gotûbêjan bibin. Festîval îsal diyarî Halil Uysal kirine û di festîvalê de ew dê bê bibîranîn.
Galaya festîvalê roja pêncşemê saet 20.15’an de dê dest pê bike û dûre heman şevê dê fîlmê Yusel Yavuz “Closeup Kurdistan”, dûre jî fîlmê Hisham Zeman ê bi kurdî û norwecî “Vinterland” bê nîşandayîn.
Vaye bernameya 2’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Zurîhê:
18 Rezber
20:55 Close-up Kurdistan
Derhêner: Yuksel Yavuz
104 dq, Kurdî/Tirkî
22:45 Vinterland
Derhêner: Hisham Zaman
52 dq, Norwecî/Kurdî
19 Rezber
20:15 Land of Legend
Derhêner: Rahim Zabihi
73 dq, Kurdî
21:35 Kevoka Spî
Derhêner: Viyan Mayî
30 dq, Kurdî,
22:11 Dol
Derhêner: Hiner Saleem,
94 dq, Kurdî/Tirkî
20 Rezber
20:15 Berxwedan (Widerstand)
Derhêner: Orsola Casagrande, Bibi Bozzato,
40 dq, Tirkî
21:00 Vinterland
Derhêner: Hisham Zaman,
52 dq, Norwecî/Kurdî,
22:02 Rawestgah – The Stop
Derhêner: Haco Cheko,
18dq, Tirkî/Kurdî,
22:23 Sara - The Dream of Life
Derhêner: Siyar Kobanî
25 dq, Kurdî
22:51 Musikliebe
Derhêner: Yusuf Yesiloz
53 dq, Almanî/Tirkî/Georgisch,
21 Rezber
Şeva Bîranîna Halîl Uysal
20:15 Axaftina Ozgur Rayzan
20:55 Ein Lied fu Zagros
Derhêner: Halil Uysal
50 dq, Kurdî
21:55 Bawke
Derhêner: Hisham Zaman
15 dq, Kurdî/Norwecî
22:10 Dol - Tal der Trommeln
Derhêner: Hiner Saleem
94 dq, Kurdî/Tirkî,
22 Rezber
20:15 Şîn
Derhêner: Gazi Köroglu
10 dq, Kurdî
20:25 Insan-i Kamil
Derhêner: Buket Aydin
60 dq, Tirkî/Zazaki,
21:32 Û Nergiz Biskivîn
Derhêner: Masoud Arif Salih,
Hussein Hassan Ali,
80dq, Kurdî
22:59 Gözmece
Derhêner: Aydin Sevic
45dq, Kurdî/Tirkî,
23 Rezber
20:15 Hersey Bembeyaz
Derhêner: Sabite Kaya
20 dq, Tirkî
20:35 Land of Legend
Derhêner: Rahim Zabihi
73 dq, Kurdî
21:58 Close-up Kurdistan
Derhêner: Yuksel Yavuz
104 dq, Kurdî/Tirkî,
24 Rezber
20:15 Handful of Ash
Derhêner: Nabaz Ahmed,
33 dq, Kurdî
20:50 Angels die in the soil
Derhêner: Babak Amini,
30 dq, Kurdî
21:27 Heaven in Mirror
Derhêner: Masoud Arif Salih,
Akou Aziz Merza,
52 dq, Kurdî
22:26 Zarokê Axa Qelîsî
Derhêner: Omer Leventoglu
80 dq, Kurdî
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


