Diyarname
Navenda Şopandina Çapemeniyê (MTM) mijarên ku di sala 2011'an de herî zêde bûne nûçe eşkere kir.
Tirkiye her bi binpêkirina mafên mirovan dikeve rojevê. Di sala 2011'an de jî herî zêde li ser vê yekê nûçe hatine çêkirin. Li gor MTM'ê di sala 2011'an de Ergenekon, KCK, Madimak, doza N.Ç, devjihevberdana jin û mêran, kuştina jinan, şîke; herî zêde li ser van nûçe hatine çêkirin.
Li gor lêkolînê di îsal de li ser Ergenekonê 55 hezar heb nûçe hatine çêkirin û doza Ergenekonê di rêza yekemîn a lîsteyê de cih girtiye.
Doza di bin navê "KCK"ê de ku siyasetmedar, şaredar, parêzer, rojnameger, rewşenbîrên kurd hatine girtin de jî ciheke mezin di çapemeniyê de cih girtiye. Bi 13 hezar û 885 nûçeyî doza KCK'ê di rêza sêyemîn a nûçeyên herî zêde li ser hatine çêkirin de cih girtiye.
Di nav nûçeyan de, bûyera ku Mebûsa BDP'ê Sebahat Tuncel li Şirnexê sîle li polîsekî dabû û ev bûbû nûçe jî bal kişandiye. Tuncel kurtedemek berê ji ber vê helwesta xwe bi 10 TL pereyan ji aliyê dadgehê ve hatibû cezakirin. Mijara kuştina jinan, şîkeya di fûtbolê de her rojev dagirtine.
MTM ku li ser li dor 1800 rojname û kovaran lêkolîn kiriye, di encamê de ev doz û ev hejmara nûçeyên li ser hatine çêkirin derketiye holê:
Doza Ergenekonê: 38.263
Doza Şîke ya di Fûtbolê de: 24.194
Doza KCK'ê: 13.885
Doza Kuştina Hrant Dink: 6.464
Doza Madimak: 1.320
Doza Deniz Feneri: 1.013
Doza Kuştina Ayşe Paşali: 790
Doza Kuştina Munevver Karabulut: 551
Doza Girtina Partiyan: 486
Meseleya Sîlelêdana Polîsan/BDP: 382
Doza Reyting: 213
Dozên Erol Kose: 145
Doza Kuştina Michael Jackson: 130
Doza Jiheveqetîna Şahnaz Çakıralp û mêrê wê: 62
Doza: N.Ç.'yê: 55
***
Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:
- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin


