Diyarname
Pêşangeha hunerê Contemporary li Stenbolê dest pê kir û heta dawiya vê hefteyê li benda hunerhezan e. Helbet gelek pêşangehên hêja ku li benda temaşevanên xwe ne hene lê di nav van de emê qala du xebatan bikin: "Çurume/Xurifîn" û "Sîz Yoktunuz" (Hûn nîn bûn)... Ev xebatên hunermendê kurd Ahmet Guneştekîn in. Guneştekîn bi van xebatan mirovan dide fikirandin.
Bi sedan darbest
Wisa bifikirin ku li nav erdekî tam 350 darbest hatine rêzkirin. Her yek bi rengek hatiye boyaxkirin; kesk, şîn, reş, porteqalî, zer, sor û rengên din...
Li nav darbestan jî 7 zilamên her yek bi cureyek kinc li xwe kirine. Em qala vîdyoya ku hunermend Ahmet Guneştekîn bi navê "Çurume" (Xurifîn) amade kiriye dikin. Vîdyoyê 10 deqîqeyî di çarçoveya Contemporary de li pêşangeha Pilevneli Gallery tê nîşandayîn. Darbest mirinê, lê di heman demê de xurifînê jî nîşan didin. Û kurtanê ku zilam tînin datînin ser darbestan mirovan dibin cihên din. Mirov dikare bi vê here Roboskî jî, dikare here bajarek, welatek din jî... Vîdyoya gelek bandorker hêjayî temaşekirinê ye.
"Hûn nîn bûn"
Di berhema "Yoktunuz" (Hûn nîn bûn) de jî gelek amûrên ku li nav malan têne bikaranîn hatine bi cih kirin. Ji bîdona avê heta sarincok, ji sobe heta kursî, ji çetel û kefçiyan heta tûp û tepsiyê... Hemû amûrên li nav malê ku bûne kavil, li ser dîwar bi rengek sar ê tarî hatine rengkirin. Ev yek rewşa mirovahiyê ku çawa tiştan têk dibe nîşanî mirov dide. Hûn li kîjan welatî dibin bibin, bi çi çavî lê binêrin binêrin hûn dê bibînin ku mirovahî çawa tiştan xerc dike, xira dike û diavêje...
Guneştekîn ligel ev her du berhemên xwe yên îsal zêdetir derketine pêş, bi berhemên xwe yên din jî li pêşangehê ye.
Contemporary heta 17'ê mehê li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Lutfi Kirdar a li Harbiyeya Stenbolê vekiriye.


