Diyarname
Li ser banga Iraqê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh li hev civiya. Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huyesîn axivîn û got, "Ji bo Tirkiye ji nav axa Iraqê derkeve bila biryar bê girtin."
20'ê mehê di encama topbarana Tirkiyeyê de li Perexa Zaxoyê 9 sivîl hatibûn kuştin û ji 20'î zêdetir birîndar çêbûbûn. Li ser vê yekê Hikumeta Iraqê ji bo li ser meseleyê nîqaş bê çêkirin bang li Lijneya EWlehiyê ya NY'ê kiribû. Ew civîn duh li dar ket.
Wezîrê Iraqê Huseyîn di civînê de axivî, diyar kir ku ji sala 2018'an de 296 notayên protestoyê dane Tirkiyeyê û ji lijneyê xwest ku ji bo derketina Tirkiyeyê ji axa Iraqê biryar bê girtin.
Huseyin di civînê de wisa gotiye, "Îro dê Tirkiye gotinên bê bingehên ên li ser Partiya Karkerên Kurdistanê bîne ziman ku ev mesele meseleya wan a navxweyî ye. Dê hin sedemên ku çima leşkerên wan li nav axa me ne bîne ziman. Tirkiye îdîa dike ku peymanên wan ligel Iraqê hene ku destûr dide leşkerên wan li nav axa me bin. Dîsa ji bo ketina nav axa me xwe mafdar nîşan bide dê Xala 51'ê (Mafê êrîşa meşrû) ya Neteweyên Yekbûyî nîşan bide. Ku li gor vê xalê be jî divê binpêkirinên li nav axa me jî ragihîne Neteweyên Yekbûyî. Loma li gor xala heyî jî tevnagere, Peymana Neteweyên Yekbûyî jî binpê dike."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ji lijneyê xwest biryareke xurt a şermezarkirinê bigire, biryara derketina hêzên Tirkiyeyê ji Iraqê bigire, komîsyoneke bê avakirin ziyanên di êrîşa dawî de hatine çêkirin diyar bike û tazmînatê bide.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- NY li ser komkujiya Zaxoyê li hev dicive
- Navên kesên li Zaxoyê hatin kuştin diyar bûn
- Wezîrê Iraqê Husên: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne
- HDP: Komkujiya Zaxoyê duyemîn Roboskî ye


