NAVENDA NÛÇEYAN
Bi wesîleya 99’emîn salvegera Peymana Lozanê, nûnerên 57 partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên kurd li Lozanê konferanseke li dar xistin.
Di konferansê de 57 partiyên siyasî, endamên saziyan, rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên kurd hatin ba hev. Konferans li Qada Ripponneyê li Qesra Rumine ku peyman lê hatibû îmzekirin hat organîzekirin. Di dîwana konferansê de Zubeyîr Aydar, Azîz Memlî, Dilşah Osman û Blase Jabbar Ferman hebûn.
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus got ku bi ser Peymana Lozanê re 99 sal derbas bûn û got: “Dê di konferansê de helwesta hemû sazî û şexsiyetên kurdistanî ya li dijî peymanê bê destnîşankirin.”
Piştî sînevîzyoneke derheqê Peymana Lozanê de, ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Abdulkadîr Omer axivî. Konferans, bi axaftinan didome. Di dawiya konferansê de dê encamname bê eşkere kirin.
MA