Ji ber girîngiya gotinê em vê hefteyê ne yekê, du gotinan di beşa Gotina Hefteyê de pêşkêşî we dikin.
Di 24.09.2010'an, di civîna bi Serokên Rêxistinên Bajaran ên Ak Partiyê re Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wisa got: "Li ser zimanê zikmakî hûn ku derê bixwazin hûn dikarin li wê derê qursan vekin. Lê ji me bi awayekî fermî ne li benda perwerdehiya bi zimanê zikmakî bin. Ez bang li kesên ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin dikim. Li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Kes bila di dibistanên dewletê de ne li benda zimanê zikmakî be."
Heman rojê li ser vê yekê BDP'ê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî vê gotinê da û got: "Heta dawî dê têkoşîna me ya ji bo zimanê zikmakî bidome."