logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ronahî roman, helbest û lêkolînên nû pêşkêş dike

Weşanxaneya Ronahî vê carê 6 pirtûkan bi hev re pêşkêş dike. Ji van du yê helbestan, du roman û du heb jî lêkolîn in.

  • Dîrok: 08/05/2011
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanxaneya Ronahî vê carê 6 pirtûkan bi hev re pêşkêş dike. Ji van du yê helbestan, du roman û du heb jî lêkolîn in.

Weşanxaneya Ronahî ya ku berî du salan li Amedê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hat avakirin heta niha ji bo weşandina pirtûkên gavên girîng avêt; vê carê 6 pirtûk bi hev re derxist.

Lêkolina Helîm Yûsiv li ser romanê

Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv ku heta niha li ser romanê lêkolîn kiribû û gelek gotar nivîsandibû, niha li ser romana kurdî bi navê “Romana Kurdî” pirtûkek derxist. Pirtûka Yûsiv ji bo meraqdar û hezkiriyên wêjeyê dê bibe çavkaniyeke girîng.
Di “Romana Kurdî” de Yûsiv li ser dîrok û pêvajoya romana kurdî, qonaxên romana kurdî yek bi yek sekiniye û xebateke berfireh li ser roman kurdî pêşkêş kiriye.
Ji romana kurdan a pêşî heya romnên sala 2010’an li ser wan hemûyan sekiniye û fikrên xwe yên di der barê romana kurdî de nivîsandiye.

“Vejîna Felsefeyê”

Lêkolîna din ku ji Weşanên Ronahî derketiye li ser felsefeyê ye û lêkolînerê kurd Abdulqadîr Gok nivîsandiye. Gok, li ser felsefeyê xebat kiriye, dîroka felsefeyê, şaxên felsefeyê û beşên wê yek bi yek girtine dest. Di pirtûkê de ji felsefeya Zerdeşt bigire heta yên din bi awayekî dorfireh li ser felsefeyê sekiniye.

Dîwana Ehmed Huseynî

Ji helbestan yek jê bi navê “Navekî kuştî ji navên te yên kesk bûm” ku ji aliyê Ehmed Huseynî ve hatiye nivîsîn e. Ehmed Huseynî ev dîwana xwe li ser  Şêx Maşûq Xeznewî nivîsiye û berhema xwe diyarî wî kiriye. Berhem bi tevahî ji helbestekê û “Êşgotin”ekê pêk tê.

“Piştî Xezal Terqiyan”

Pirtûka helbesta din ya ku derketiye ya nivîskarê malpera me Şêxmûs Sefer e ku bi navê “Piştî Xezal Terqiyan” hatiye weşandin. Sefer, dîwana xwe ji 46 helbestan pêk aniye. Di beşeke “Piştî Xezal Terqiyan” de wisa dibêje Sefer:
“Ezê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî te min hişt û çû jî…

Ezê hej te bikim
Her gav hinekî din
Piştî te min kuşt û çû jî…”

“Li Peravên Torê, Torên Evînê”

Ji her du romanan yek bi navê “Li Peravên Torê, Torên Evînê” ye ku ji aliyê Çidem Baran ve hatiye nivîsandin ku yekemîn romana wê ye. Çidem Baran, di pêşbaziya çîrokan ya Abdulah Dûran de xelata yekemîniyê girtibû û niha jî di 25 saliya xwe de romana xwe ya pêşîn pêşkêş dike. Romana wê li herêma Torê diqewime. Çand jiyan û civaka herêma Torê û têkiliyên wê deverê bi awayekî wêjeyî li pêş çavan raxistiye. Bi gotina wê romana “evîneke serjêkirî” hûnaye ji xwendekêr re.
Wisa dinivîse Baran: "Ez ne Ehmedê Xanî me ku agirê evîna xwe di dîwanekê de binivîsim û wesa dilê xwe bi wê dîwanê bînim. Ez ne Baba Tahirê Uryan im ku janên evîna xwe bi zimanekî tazî pêşkêş bikim. Ez xwediyê evîneke serjêkirî me. Were li min vegere ferîşteha giyanê min, rûmeta dilê min î wêran bûyî."

“Guhar”

Romana duyem ku ji Ronahî derketiye bi navê “Guhar” e ku Eyub Guven nivîsandiye.
Nivîskar Eyub Guven  di vê romana xwe xwe ya duyemîn de qira ermeniyan bi awayekî wêjeyî girtiye dest û ji wê trajediyê parçeyek li tevna xwe xistiye. 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serdema muzîkê, 150 berhem di 22 konseran de tên

ad

Em yekem car biyaniyek dikin mêvanê Klîba Hefteyê

ad

Adara Katalonyayê tune ye qey!?

ad

Mehmûd Nêşite jî Diyarname de nisneno

ad

MEB'ê ji bo zimanê kurdî kontenjan veneqetand

ad

“Yavuz Turgul bi rihê xwe ji Başûrêrojhilat e”

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname