‘Li Stenbola Osmanî Emeleyên Kurd’
Diyarname
Kovara ‘Kurt Tarîhî’ ku sê mehan carek bi tirkî derdikeve hejmara xwe ya rêbendan-reþemî-adarê hinek bi derengî derxist. Di vê hejmarhe de meseleya di dema Osmanî de rewþa hemalên kurd ên li Stenbolê derketiye pêþ.
Kovara “Kurt Tarîhî” di bin banê Weqfa Îsmaîl Beþîkçî de weþana xwe didomîne. Kovara ku bi tirkî dertê û carinan nivîsên bi kurdî jî belav dike bi hejmara xwe ya 47’an derket pêþberî xwendevanên xwe.
Kovarê di her hejmarê de dosyayeke amade dikir, di vê hejmarê de ji dêvla dosyayê sê nivîsên bi mijjarên xwe nêzî hev in hatine pêþkêþ kirin. Ji van Ugur Bayraktar nivîsa “Li Sêrtê Yekdestiya Xwê”, Mehmet Polatel “Gundî li dijî Senyor in” û Tolga Cora jî bi navê “Notên li ser emeleyên kurd” nivîsa xwe pêþkêþ kiriye. Her sê nivîs bi ser karker û xebatkarên wê derê re, rewþa wê demê vedibêjin.
Ji nivîsên din Firat Aydinkaya “Serhildana Þêx Seîd û Tereduda Mirinî ya Haco Axa”
Firat Sozerî bi navê “Zare Aliyevna Yusupova” nivîseke li ser wê nivîsandiye. Yusupova ku bi navê xwe yê din Zare Elî ye, îsal roja 3’yê reþemiyê miribû. Ji bo vê yekê û ji bo nasandina wê nivîs portreya wê ya cihêreng pêþkêþ dike. Li aliyê din Sozerî nivîsa Anjelika O. Pobedonostseva Kaya ku li ser Kurdolog Fyodor Rostoçin nivîsiye wergerandiye tirkî.
Rohat Alakom jî li ser Biroyê Heskê Têlî lêkolîna xwe pêþkêþ kiriye. Her wiha Ugur Dursun Adsiz jî bi sernavê “Di sala 1808’an de berhevkariya ferhengê ya li Gurcistanê hatiye kirin” nivîseke pêþkêþ kiriye.
Lêkolîner Celal Temel bi navê “1916 Kurd Tehciri” (Sirgûnkirina Kurdan a 1916’an) pirtûkek weþadibû, Bahoz Þavata ligel Temel li ser pirtûkê û vê meseleyê hevpeyvînek kiriye. Her wiha Vahap Coþkun jî li ser pirtûka “Haymana Kurtleri” (Kurdên Haymanayê) nivîsek nivîsandiye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
0541 391 8149
kurttarihi2017@gmai.com