logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Ebdî li Şamê axivî: Ev roj wê bibe destpêka guhertineke rasteqîn a ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve

  • Dîrok: 25/08/2026
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Heyeta Rêveberiya Xweser ku ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, her wiha Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed, Cîgirê Wezîrê Parastinê ya Herêma Şerqiye Semîr Oso û hin fermandarên ji fermandariyên ewlehiyê li Şamê bûn.
Ji duh de hevdîtinên wan dom kirin û îro êvarê Fermandarê HSD'ê Ebdî daxuyanî belav kir.
Ebdî di daxuyaniyê de diyar kir ku fesihkirina HSD'ê ragihand, diyar kir ku êdî ne wekî hêzeke cuda, lê di nav Artêşê de hatiye bi cih kirin.

Va ne hin gotinên Ebdî:

- Em îro di kêliyeke dîrokî de li pêşberî we sekinîne û rûpeleke girîng di dîroka Sûriyeyê de ditewînin û dîrokeke nû ku sernavê wê aştî, istiqrar û avakirina welat vedikin.

- Ji destpêka avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve, şervanên wê di qonaxên herî zehmet de ku Sûriyeyê tê re derbas bû berpirsyareke mezin hilgirtin. Şervanan ji dema hikumetê Baasê ve piştre dema terora DAIŞ'ê gelek bajar û bajarokên Sûriyeyê rizgar kirin. Di van şeran de şervanên me berdêlên mezin dan û jiyana xwe feda kirin. Bi hezaran şehîd ji bo mîsogeriya siberojeke ewle ji bo zarokên Sûriyeyê şehîd bûn.

- Îro merc hatin guhertin û welat derbasî qonaxeke nû bû ku sernavê wê aştî, hevpariya di avakirina Sûriyeya nû de ye. Piştî lihevkirina bi Serok El Şera û temambûna pêvajoya entegrekirina hêzên me di nava tûgayên Artêşa Sûriyeyê em îro bi dawîbûna mîsyona HSD'ê radighînin. Em bi berpirsyarî fesixkirina wê wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe radighînin.

- Em ê bi hev re bîranînên şehîdên xwe hilgirin û fedakariyên wan di wijdanên xwe de biparêzin; ji ber ku ne ji ber şer, lê ji ber roja were ku pêdiviya Sûriyeyan bi şer çênebe, şer kirin. Em dixwazin ev roj wê bibe destpêka guhertineke rasteqîn a ji qadên şer ber bi qadên avakirinê ve, ji zemanê çekê ber bi zemanê aştiyê ve, ji qonaxa parastina Sûriyeyê ji qonaxa avakirina Sûriyeyê ve."

- Mafê fêrbûna bi zimanê kurdî yek jî mafên girîng e ku gelê me yê kurd bi dehên salan e ji bo wê têdikoşe. Birêz serok di gelek boneyan de parastina vî mafê ragihand. Me helwesteke vekirî der barê mafê hînbûna bi zimanê dayikê û pêşxistina biryara heyî di siberojê jê hîs kir. Em ê îsal vê biryarê pêk bînin da ku karibin di siberojeke nêzîk de li serê wê ava bikin.

- Em hemû tevahî gel ji Ereb, Kurd, Suryan, Aşûrî, Tirkmen Sûriyeke yekbûyî û ewle ku maf û rûmeta hemû hemwelatiyên xwe biparêze û pêşerojeke baştir ji nifşê nû re pêkbînin, em dîsa şehîdên xwe biminetarî bîrtînin rêhav û gelê xwe silav dikin.

BARRACK: PERWERDEHIYA BI KURDÊ DÊ BÊ NASÎN
Nûnerê DYA'yê yê Sûriyeyê Tom Barrack piştî daxuyaniya Ebdî bi ser X'ê re peyamek belav kir û got, "Li gor plana Serok Trump a ji bo Rojhilata Navîn gav tê avêtin û ji bo her kesî Sûriyeyek yekbûyî şikil digire."

Barrack diyar kir ku "Di bin rêberiya pêşbînî ya Trump de rê vebû ku HSD li nav saziyên dewleta Sûriyeyê de entegre bibe, ji dêvla parçebûnê şirîkatiyeke mayînde saz bike, firsendê bike şikilgirtina Sûriyeyeke hevpar" û wiha dom kir, "Ev yek rê li ber vedike ku di perwerdehiyê de bi kurdî perwerdehî çêbe û rolên berbiçav di nav hikumeta Sûriyeyê de bide şirîkên me yên girîn Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed, di bin rêberiya wan de şirîkên me yên kurd û fedekariya wan kiriye hurmetê heq dike, parçebûna duh ber bi armanca hevpar a sibê ve bibe."

Barrack di gotina xwe de diyar dike ku ne ku yên winda kirin û yên qezeng kirin, muxatabên berê yên xwedî nêrînên cüda ji bo neteweya serdest a Sûriyeyê bikin yek hatine ba hev. Yek artêş, yer hikumet, yek dewlet."

DI NAV HIKUMETÊ DE POSTÊN BO EBDÎ Û EHMED
Li aliyê din Ajansa Hawarê (ANHA) ragihand çavkaniyan daxuyand ku Şamê posta şêwirmendiyê ya berpirsiyariya dosyaya kurdî di serokatiya Sûriyeyê de pêşkêşî Mazlûm Ebdî kiriye û girîngiya girtina cihê Ebdî di tîma serokatiyê de teqez kiriye.
ANHA'yê wisa nivîsî, "Li gorî agahiyan, dibe ku Îlham Ehmed posteke bilind di hikumetê de wergere, her wiha behsa lihevkirinekê der barê perwerdeya bi zimanê kurdî de çêbûye. Tê gotin ku dê di navbera 5-7 madeyên di materyalên zimanê kurdî wergerî zimanê erebî werin kirin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku lihevkirin li ser tevlêbûna YPJ'ê nava Wezareta Hundir çêbûye."

Ajans dibêje ku li gorî agahiyan, lihevkirin der barê belavkirina postan di nava saziyên hikumetê de, mekanîzmaya temamkirina bendên mayî yên peymana 29'ê Rêbendanê/Çileyê çêbûne, lê der barê van agahiyan de hîna tu daxuyaniyên fermî ne ji aliyê hikumeta veguhêz, ne jî Rêveberiya Xweser û ne jî HSD‘ê ve nehatin dayîne.

 

***

Li ser pêvajoyê çend nivîs:

- Helîm Yûsiv: Gelo Rojava têkdiçe? 

- Helîm Yûsiv: Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

- Cemil Oguz: Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 30 08 2026

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

news
  • 30 08 2026

Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket

news
  • 29 08 2026

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

news
  • 28 08 2026

PKK'ê cara yekê eşkere kir; Heta niha çend winda dane?

news
  • 28 08 2026

Pirtûka ku hê nehatiye çapkirin hat qedexekirin!

news
  • 28 08 2026

PYD: Divê destûra nû ya Sûriyeyê bi zelalî kurdan wekî neteweyek yekgirtî nas bike

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Nivîskar û wêjevanên tirk û kurd ji bo Kobanê li Pirsûsê bûn

ad

5 mebûsên CHP'ê çûn Dêrsimê

ad

Ligel Hişê Çêkirî Claude me bi kurdî hevpeyvînek çêkir

ad

Ziya Pîr: Ahmet Davutoglu dikare here maça Amed Sporê?

ad

Pîrekêke bî teknîk dîrektorê tîmê mêrdan

ad

Hilbijartina çi?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname