Diyarname
Piştî nûkirina rûyê Diyarnameyê, nûbûnên Diyarnameyê yên din jî didomin. Îro me beşa "Îro çi qewimî?" jî lê kir. Di vê beşê de, roja ku em têde ne li dinyayê, bi taybetî li nav kurdan çi qewimiye hûnê bibînin.
Her roj agahiyên wê rojê hûnê di vir de bibînin. Bi hêviya dê bi kêrî we were.
Her wiha, ger roja em têde ne, we nêrî, agahiyeke ku hûn pê dizanin û me pê nizanibûye hebe, me agahdar bikin, em lê bikin. Mînak, em bibêjin îro Eyşe Şan wefat kiriye û di vê beşa me de nîn e, xêra xwe me agahdar bikin...