Ozan SOLHAN - Zekî AKDAG
12 Dengbêj ên ji 12 êlên cihê hatine, di bin konê 12 stûnî de; li ser xalîçeya ku çêkera wê li ser tevnê kor bûye, cotek çav li ser hiştiye, strana dengbêjan kiriye xalîçe; li ser wê xalîçeya ku bêhna kûlîlkên Elegezê, bêhna giyayên Serhedê jê tê rûniştine ‘şîna hê li ser erdê’ dikin. Şîna zarê di zikê diya xwe de bi singûyan hatiye kuştin, şîna zarê di zikê diya xwe de çavên wê hatine kilkirin, zarê ku hê navê wê Zîlan nehatiye dayîn…
Pêsîra dê, kon li ser lêvên zaran… (r:29)
Romana nivîskar A. BEDIR ya bi navê ‘Warê Firaran’ îsal ji weşanxaneya Lîsê derket. Romanê navê xwe ji helbesteke nivîskarê pirtûkê ya bi navê Xemzêmê(weşanên J&J, 2016) girtiye. Mirov dikare bibêje ‘Xemzêm’ bûye dê ji ‘Warê Firaran’re. Helbestek bûye fikra romanekê û herikiye, di nava romanê de tevlîhev bûye. Ji ber ku dê helbest e, wê dayikê roman jî xistiye dirûvê helbestê. Dê çawa zarê xwe hembêz/xwedî dike, Xemzêmê jî ji serî heta dawî ‘Warê Firaran’ xistiye hembêza xwe û ew bernedaye, xwedî kiriye, kedî kiriye. Roman bi şîrê helbestê xwedî bûye û rabûye ser pê, kamiliye.
…Dêlegura li ber kozê. Li ber koza berx, berxên koza Kurmanc… (r:25)
Roman bi berga xwe ya balkêş pêşwaziyê li xwîneran dike. Jinekê keziyê xwe avêtiye ser milê xwe û pişta xwe spartiye hespekê, serê xwe daniye ser hespê. Ji rûyê jinê xemgîniyek xwe dide der. Li wêneyê, tiştê herî ecêp hesp e. Hesp, wek mehlûqatên mîtolojîk; nîvmirov, nîvhesp e. Li bersînga hespê cotek pêsîr û li stûyê wê jî gerdeniyek wek jinikeke porşehkirî û çavên wê kilkirî heye. Pişt wan jî motîfên wek rûyê xalîçeyekê, lê şolî û nediyar xuya dikin hene. Dibe ew motîfên xalîçeyan, xemlên jin û hespê zelaltir û pêştir xuya bikirana dê bêhtir derbareyê naverokê de fikr bida xwendevanan û temsîliyeta naverokê bikira.
Ewnê ku bên , di konê danzdeh stûnî de bibin mêvan...(r:78)
Di pêşgotina pirtûkê de edîtor çarçoveya bizava ‘Dengbêjesk’ê ku nivîskarê ‘Warê Firaran’ avakiriye tîne berçavan. Bizava Dengbêjesk li hember zimanê çêkirî/sar/bêrihiyet qiyamek e, di heman demê de jî alternatîfek e ku xwe dispêre zimanê dapîr û bapîran, her weha zimanê dengbêjan. Peyv û qalibên ku xwe nespartine mêjî û rihiyeta kurdî naylon in, wek di laboratuwarê de hatine çêkirin dibîne nivîskar. Ev roman bersivek e û şênberkirina bizava ‘Dengbêjesk’ê ye. Feyza xwe ji dengbêjan digre, nivîskar xwe wek ‘dengbêjekî nivîskî’ dibîne. Qelema wî nanivîse disitirê li ser kaxizê. Hibr dibe deng, ber bi kaxizê ve diçe.
Ziman zimanê Serhedê ye, peyvên herêmî çawa tên bilêvkirin bi wî awayî jî hatine nivîsandin: Çav/çev, xweş/xaş, mar/mer, hwd. çend nimûne ne ji bo vê yekê. Di her hevokê de mirov rastî peyvên ji herêma Serhedê tê. Helbet ev yek ji bo yên ne ji Serhedê ne dibe ku bibe pirsgirêkek, lê nivîskêr ji ber vê yekê wek çareserî di dawiya pirtûkê de ferhengokek Serhedê lê zêde kiriye; Ferhenga biwêj, peyv û mîtosan. Ev yek dibe ku di destpêkê de bandoreke neyinî li motîvasyona xwendinê bike, lê piştî demekê ji xwîneran re dibe avantajek. Ango dibe sedem ku mirov gencîneya xwe ya peyv û biwêjan firehtir bike. Dîsa hin mîtosên ku nivîskêr dariştine ligel ên gelêrî di romanê de derbas dibin ku di dawiyê de vegotina wan jî tê kirin. Ji xeynî peyvên herêmî yên resen, biwêj û mîtosan gelek gotinên teşegirtî yên herêma Serhedê di romanê de hatina şixulandin. Ev yek jî berhemê zêdetir dike berhema zimanê dayîkê ya Serhedê.
Hespên xweyîkuj
Hedad, li morîyan digerîyan li ser tirbên sîyaran,li ser tirba wan sîyarên hespkuj,sîyarên wan hespên xwayîkuj…(r:24)
Him ji hêla ziman, him jî ji hêla şêweya vegotinê ve roman ji xwînerên xwe hinek sebrê dixwaze. Peyv, zeman, karekter, erdnîgarî tim hevdiguherin. Xalîçeya di bin dengbêjan de ji nişkev de dibe mêrga hespên xweyîkuj, li ser baz didin. Dê ji nişkev de vediguhere dibe pepûk, pepûk dibe zar û ziman, zar û ziman dibe dengbêj, stranên dengbêjan dibin nemûşên xalîçeyekê; xalîçeya ku dengbêj li ser dîwanê saz dikin… Pepûkek li ser dara payîzê hêlînê çêdike û demê dike du beş. Beriya pepûkê şên, piştî pepûkê şîn e. Beriya wê reng şînahî, deng coş e piştî wê bayê belgkuj her tiştî dike zer, demsal dibe payîz..
Hespan, gava ku çevên xwe , di neynika avê de şûştin, di birqa tavehîvê de şûştin; çevên xwe, awirên xwe di avê de berdan; kilên çevên wan rijîyan li ser rûyê avê…(r:19)
Ji xeynî hevguherîn û ta/wendabûna hespan, tirsa hespan a ku wan dike xweyîkuj jî di berhemê de hêmayeke sereke ye. Hespên ku komelkuştin û hovitiyên giran dîtine, xof bûne, tirsîne û siwarên xwe li ser xwe avêtine, kaş kirine, ew li kevir û kuçikan xistine û bûne sedema kuştina wan, xwîna wan li ser kevir û tehtan belav kirine. Di vir de tiştê balkêş ew e ku merivê kuştiyan -bo mînak, ku Tajdîn ji aliyê hespê xwe ve tê kuştin, jina wî Meyro,- bi merhemeteke mezin li wan hespan xwedî derdikeve û hespan aş dike. Nivîskar di vir de derûniya meriv hinekî serobin dike.
Ew jinika, Meyro, hê jî li çevê hespê dinêrî, hê jî çevê mêrê wê tê li ber çevê wê. Hê jî ew saw li ser bû…(r:234)
Mêrga Piltanê
Berhem ji bo xwezaya Serhedê û Geliyê Zîlanê dê bibe çavkaniyeke kûr û sereke. Her weha ji bilî navên erdnîgariyê, em gelek li navên giya, kulîlk û heywanan rast tên. Ku çend nimûne bidin ji bo navê giyayan; Piltan, pûngal, xaşxaşk, sipîtang, giyagewrik, kulîlka çevga, gonî, tûzik, tehlik, çekem, kirkork, xorxork, lîq, cehtirî, memûjark, sêvetirşk, herdemcan, guhancix, karîbelg.. û hwd. Ewqas kulîlk bi bêhna xwe tevlî romanê dibin. Ji wan a herî zêde tê qalê ‘piltan’e . Ew bêhn li gor qalê ewqas bi bandor e ku piştî hişkbûnê bêhna wê bi salan wenda nabe. Keçikên Serhedê ew wek parfum bi kar anîne. Bêhna piltanê dikeve konê, bêhn dibe sewt ji devê dengbêjan derdikeve, ev deng dikeve guhê Sûsê dibe nemûşê xalîçeyekê.
Hin taybetmendiyên romanê yên cuda, balkêş û sereke:
*Di pirtûkê de gelek karekter derbas dibin lê ji ber hevguherînê karekter şolî ne, navê gelek kesên wek; Filît, Têlî, Sûs, Meyro, Tajdîn, Siltana Eliyê Seydo, Heno û hwd derbas dibin, lê ji ber hevguherîn, mijar û awayê vegotinê karekter pir dernakevin pêş û karektereke/î sereke nîn e.
*Hevguherîn hêmayeke girîng a berhemê ye. Mesela; xalîçe dibe mêrg, hesp dibe hechecik, dengbêj dibe hesp, hesp dibe teşî û çivîka xwedê û hwd.
*Xalîçe jî wek hêmayeke girîng a berhemê, cihê erdnîgariyê digre, di berhemê de dibe wek nexşeyeke Serhedê ku; kêlî bi kêlî jiyana Serhediyan, zimanê wan, kultûr û folklora wan û hwd li ser hatiye xêzkirin.
*Êşeke giran, bêyî ku bê ajîtekirin û bêdirûşm hatiye edebîkirin û şîna ku hê li erdê ye, tê hewldan bi vê berhemê bê rakirin.
*Bi peyv, gotinên teşegirtî, biwêj û mîtosan û bi awayê bikaranîna zimên û hevokan berhem xwediyê reseniyeke bêhemta ye.
*Derbareya zozanvanî, sewalkarî, koçberî, hesp, xalîçe, gil û giyayên herêmê, navên deveran, dengbêjî, navên çivîkên herêmê û hwd de gelek agahiyên hêjayî gotinê hene.
*Di gelek cîhan de pirtûk jixweber xwe wek dengbêjkî dide xwendin. Ji bo ev rîtm xira nebe û dewam be wek rêbaza dengbêjan, peyv hatine dubarekirin. Ev rîtm muzîkalîteya romanê jî geştir dike.
*Hejmara ‘12’ yekser bala mirov dikşîne; 12 dengbêj, 12 êl, konê 12 stûnî, 12 bav û hwd. Hetta nivîskar roman jî kiriye 12 beş. Ev hejmar xuya ye çavkaniya xwe ji dîroka qedîm digre. Nivîskar jî bi bikaranîna vê hêmayê bala xwîneran jî dikşine.
*Siltana Eliyê Seydo piştî mirina Filît, li ser dîwana dengbêjan rûdine. Di nav 12 dengbêjan de jin bi tenê ev e. Di nava van hemû dengbêjan de şîna Geliyê Zilanê, Dengbêj Siltan ji me re vedibêje. Çawa ku jina ducanî ya bi singûyan hatiye kuştin bûye remza qirkirinê, çawa ku navê Zilanê bûye navê jinan şîna dengbêja jin jî bi heman avayî watedartir e.
*Weka ku êş û azar, evîn li ser xalîçeyekê hatine honandin berhem hatiye sêwirandin.
*Roman ji aliyekî de realîst, ji aliyekî de jî surealîst e.
*Piştî Warê Firaran mirov zêdetir fehm dike ku Serhed ji bo kultûra kurdî ne tenê herêm û zaravayek e. Jê pir zêdetir e.
(Gulan,2021)