Dirbesiyê
Li rojavaya Kurdistanê rêveberiya du bajarên din Dirbesiyê û Tiltemûr kete destê kurdan.
Li gor agahiyên ku hatine roja 9'ê mehê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji hêzên Sûriyê xwestiye bajaran terk bike. Hêzên dewletê yên çekdar bêyî pevçûnê derxin ji bajêr derketine û ev her du bajar ketine destê hêzên YPG'ê. Qontrola bajêran hemû ketiye destê kurdan û hate gotin bajar aram e.
Li bajarê Tiltemûrê ku kurd, ereb û asûrî lê dijîn, hêzên kurdan dest daniye ser hemû saziyên dewletê.
Hat gotin ku roja 8'ê mehê rejima Tirkiyeyê destûr daye gelek hêzên çekar ji sînorê wan derbas bibin û herin Serêkariyê ya rojavaya Kurdistanê û wekî gaveke balkêş dest bi paqijkirina may3inên li ser sînorê Tirkiye û Dirbesiyê kirine. Tê gotin ku Waliyê Mêrdinê jî hatiye heta ser sînor
Di navbera 19-22'yê tîrmeha 2012'yan de bajarên wekî Kobanî, Efrîn û Dêrik ketibûn bin destên kurdan.
Ji ANF'ê hatiye girtin


