Xelîl Dalkiliç
Dewleta Tirk ji her hêlan ve; bi leşker, polîs, çapemenî, nivîskar, akademîsyen, partiyên siyasî û darazê êrîşeke giştî li dijî Kurdan pêktîne. Şerekî mezin ê fîzîkî û psîkolojîk li dar e. Di nava sê mehên dawî de, piranî zarok, ciwan û jin; 100 Kurdên sivîl hatin kuştin. Li Cizîra Botan zar, zêç û jin têne kuştin. Parlamenter û wezîrên Kurd bi lêdana leşker û polîsên Tirk ve rû bi rû tên. Bînayên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tên şewitandin. Li bajarên Tirkiyê, Kurdên ku bi Kurdî deng dikin, têne kuştin. Kargehên Kurdan têne şewitandin. Şaredarên Kurd ên bi ji sedî 90’î zêdetir dengan hatine hilbijartin, têne zindanîkirin...
Helbet Kurd diêşin. Lê dema mirov bi giştî li pêşketinan mêzeke; Kurd her ser dikevin û dewleta Tirk ji her hêlan ve wenda dike. Serokomarê Tirk R.T.Erdogan ê ku bi şer dixwaze dîktatoriya xwe saz bike; bi her hewldana xwe di nava avzelê de dinoqe û siberoja dewlet û xelkê Tirk jî bi xwe re difetisîne.
Wekî sosyolog Kemal Coşkun aniye zimên; “Erdogan ê ku naxwaze desthilatdariyê berde, ev şer da destpêkirin. AKP di dema xwe ya herî lawaz de ye û ji ber wê jî her diçe rûyê xwe yê êrîşkar dide der û bi lihevxistinê paşve vedikişe...”
Şerê dawî yê Komara Tirk a dijkurd li dar e. Ji ber ku di feraseta wan de çareseriyeke însanî tune ye, radeya hovîtiyê bilindtir dikin. Nikanin bi diyalogê rastiya Kurdî qebûl bikin; şerê dawî yê paşvekişînê gur dikin û siberoja xelkên li Tirkiyê davêjin bîreke bêbinî...
Sazîyên dewletê gişt, meseleyê wek şerê hebûn û nemana dibînin; an bêdeng dimînin an jî di nava koroya êrîşkaran de dengê xwe bilind dikin. Aktorên siyasî yên rejîmê gişt di bereya dijkurd de bi yekdengî helwestê nîşan didin...
Dema mirov li pêşketinên li seranserê Rojhilata Navîn mêze dike; dibîne ku êdî tu siberoja siyasetên mafê Kurdan ê neteweyî înkar dikin, tune ye. Di ahenga siyaseta herêmê de êdî Kurd jî wek dînamîkeke xurt a demokratîk wê şûnê bigirin. Gereke her aktorên herêmê jî gorî vê rastiyê tevbigere. Ê ku wer neke û di înkarkirina mafên Kurdan de israr bike; divê li rewşa Tirkiyê û ya Erdogan binêre...
Helbet çareya vê meseleyê ya bi riyên bêşîdet û bêxwîn jî heye! Çare; qebûlkirina her mafên Kurdan ên siyasî, însanî û neteweyî ye. Ji bo vê yekê jî divê rayedarên Tirk dest ji şer û êrîşan berdin û riyên diyalog û mûzakereyê vekin. Eger gorî xwe, di polîtîkayên tunekirina vîna Kurdan de israr bikin; wekî piratîkê jî nîşan daye; ew ê her mecbûrî wendakirinê bibin...
Li gel vê yekê; li hemberî van pêşketinan, bêdengiya dewletên serdest ên rojavayî jî nîşan dide, ku ew jî neheqîya dewleta Tirk û rêveberên wan dibînin û bi aşkereyî daxuyaniyên piştgiriyê bi hikûmeta Erdogan-Davutoglu re nakin. Bangê li her du aliyan dikin, ku vegerin ser maseya diyalogê...
Kurd çiqas li ber xwe didin û li ser pê disekinin; ewqas wek aktorekî siyasî yê bivîn û bibandor tên qebûlkirin. Serdema nû, şahidiya vejîna Kurdan dike. Ji ber vê yekê; siyaseta li Tirkiyê êdî bi argumantên kevin nikane zêde bê meşandin. Ên ku vegotinên ‘terorê’ bikartînin; wê tenê xwe bixapînin. Ne pirsgirêka Kurd û ne jî pirsgirêkên din ên Tirkiyê bi van gotinan çareser dibin.
Serdema Komara Tirk a 92 salî ya ku vîn û mafê Kurdan înkar dike, temenê xwe xelas kiriye. Ji bo têkiliyên dewleta Tirk û Kurdan, gereke bi feraseteke nû ya ku vîna Kurdan jî qebûl bike, çîrokeke nû were nivîsandin û tiştên nû bêne gotin. Di çîroka nû de gereke vîna Kurdan a li Cizîra Botan, Gever, Gimgim, Farqîn û Sîlopyayê xwe daye der, bê qebûlkirin û hevpeymaneke civakî, yanî makeqanûneke nû li ser vê rastiyê were sazkirin. Cizîra Botan romana nû ya Kurdan dinivîse û divê dewleta Tirk jî gorî vê yekê xwe ji nû ve saz bike...
h.dalkilic@hotmail.de
12.09.2013, Yeni Ozgur Politika