Diyarname
Di bernameya pêşbaziya jîrbûnê ya bi navê “Das Supertalent” a televîzyona alman RTL’ê de keçeke kurd a şêrîn a 8 salî jî heye.
Navê keça kurdan Hanar Maulud e û ji başûrê Kurdistanê ye. Hanar li Almanyayê hatiye dinê û li bajarê Ludwigswanê dijî. Wê bi dengê xwe yê wekî xwe şêrîn strana Leona Lewis ya bi navê “Bleeding Love” vê hefteyê di RTL’ê de pêşkêş kir.
Hanar, di bernameya vê hefteyê ya “Das Supertalent” de car caran di nava stranê de detone dibû û ev yek bû sedem ku jurî ji bo berdewamiya beşdarbûna wê ya bernameyê didulî bibe. Lê bi erêkirina bi şert a muzîkvanê bi nav û deng Dieter Bohlen dengên ji bo Hanar bûn du beramberî yekî û bi vî awayî keça kurd a şêrîn mafê berdewamiya beşdarbûna bernameyê stand. Şertê dieter Bohlen jî ew e ku Hanar baştir bi koma muzîkê re kar bike û çewtiyên xwe dubare neke.
Bernameya “Das Supertalent” her êvara şemiyan di RTL’ê de tê pêşkêşkirin.
Em ji stêrka xwe ya şêrîn re serkeftinê dixwazin û strana wê ya vê heftiyê pêşkêşî we dikin.
Ji bo temaşekirina Hanna Maulud û strana ku wê got:
Hanar Maulud - Das Supertalent - 1.11.08 - WEB.DE Video