Diyarname
Vê hefteyê 12 fîlm ketine vîzyonê. 6 yên ji derveyî Tirkiyeyê ku ji van 3 anîmasyon in, 6 jî ji Tirkyeyê. Ji nav fîlman em "Gorulmuştur" derdixin pêş.
"Gorulmuştur" (Hat Qontrolkirin) fîlmê derhênerê kurd Serhat Karaaslan e. Fîlm yekem car li 54'emîn Festîvala Fîlman a Karlovy Vary hat nîşandayîn. Paşê îsal li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê û dûre li ya Enqereyê bû mêvan. Fîlmî ji Stenbolê Xelata Senaryoya Herî Serketî, ji Enqereyê jî xelatên wekî Senaryo, Vesazkirin, Lîstikvanê Herî Serketî, Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî û Xelata Fîlmê Serketî ya Siyadê girt. Fîlm heftekî berê li Festîvala Duhokê bû jî û ji wir jî bi Xelata Senaryoyê ya Herî Serketî vegeriya.
"Gorulmuştur" van rojan li "!F İstanbul"ê jî di beşa pêşbaziyê de ye îro ket vîzyonê.
Di fîlm Berkay Ateş, Saadet Işil Aksoy û Fusun Demirel, İpek Turktan, Kaynak, Erdem Şenocak, Mufit Kayacan, Banu Fotocan dilîzin.
Dema girtî nameyan dişînin derve yan jî ji derve ji bo wan name tên li girtîgehê komîsyonek heye ku van nameyan dixwîne, qontrol dike, tiştek siyasî hebe serê wê xêz dike paşê dişîne. Zakîr (Berkay Ateş) jî yek ji endamên vê komîsyonê ye û nameyan qontrol dike. Rojek nameyeke tê ku têde wêneyê keçikek heye. Zakir dil ber dide keçikê, nameyê nade xwediyê wê û dikeve dû çîroka vê keçikê.
Bêyî biqîre yan bikeve aliyên wê yên siyasî fîlm çîrokek cihêreng ji ser girtiyan, girtîgehan pêşkêş dike û hêjayî temaşekirinê ye. Ji ber vê ji nav fîlmên vê hefteyê vê derdixin pêş û pêşkêşî we dikin.
Wekî notek din, "Gorulmuştur" di navbera 23-29'ê mehê de jî dê beşdarî Festîvala Fîlman a Kozeya Zêrîn a Edeneyê bibe. KUNYE: "GORULMUŞTUR" Derhêner/Senaryo: Serhat Karaaslan Derhênera Dîmenê: Meryem Yavuz Vesazkirin: Ali Aga Lîstikvan: Berkay Ateş, Saadet Işil Aksoy, Fusun Demirel, İpek Turktan Kaynak, Erdem Şenocak, Mufit Kayacan, Banu Fotocan Sala Kişandinê: 2018, 95 deqîqe
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- Zoo Wars 2 / Derhêner James Snider
- Rambo: Last Blood / Derhêner Adrian Grunberg
- Ad Astra / Derhêner James Gray
- Manou the Swift / Derhêner Adrea Block, Christian Haas / Anîmasyon
- Zoo Wars 2 / Derhêner Evan Tramel / Anîmasyon
- Farmtastik Fun / Derhêner Pippa Schooler / Anîmasyon
- Gorulmuştur Derhêner Serhat Karaaslan
- Annem / Derhêner Mustafa Kotan
- Kîn / Derhêner Mohsen Rabiei
- Hur Kole / Derhêner Mehmet Tanrisever
- Siddah / Derhêner Funda Tirpan
- Baglilik Asli / Derhêner Semih Kaplanoglu
**
Nivîsek li ser "Gorulmuştur":
- Du fîlm, du derhênerên kurd, du gotin


