Diyarname
Vê hefteyê 7 fîlm ketine vîzyonê. Fîlmê "Anatomy of a Fall" li Cannesê xelat girtibû. "Taylor Swift: The Eras Tour" li dinyayê nav da. Ligel her du fîlman ji Tirkiyeyê fîlmê Belma Soylemez "Ayna Ayna" ku xelat girtibû jî heye.
"BIR DUŞUŞUN ANATOMÎSÎ"
Fîlmê derhêner Justine Triet ê bi navê "Anatomy of a Fall" (Ketina Anatomiyek) bi navê "Bir Duşuşun Anatomisi" xistine vîzyonê. Di fîlm de Sandra Huller, Swann Arlaud, Milo Machado Graner û Antoine Reinartz dilîzin.
Nivîskara alman Sandra li Alpên Fransayê ligel mêrê xwe Sauel û kurê xwe yê kor dijî. Samuel dikeve û dimire lê di dawiya lêpirsînê de nayê zanîn ku wî întîxar kiriye an di encama qezayê de miriye. Loma jî Sandra bi kuştina wî tê sûcdarkirin û tê girtin. Pêvajoya dadgeha meseleya Samuel dibe pêvajoya rêwîtiya psîkolojîk a nexweş.
"TAYLOR SWIFT: THE ERAS TOUR""
Fîlmê "Taylor Swift: The Eras Tour" qala tûrneya stranbêja navdar dike. Swift ku fenomeneke çandî ya navdar e li dinyayê bi xelatên ku girtine û digire her li rojevê ye. Tûrneya konserên wê jî di vê çarçoveyê de navdar in. Fîlmê niha li ber temaşevanan jî ji vê tûrneyê vê îkonê derdixe pêş.
Derhêneriya fîlm Sam Wrench kiriye. Taylor Swift, Amanda Balen, Taylor Banks, Karen Chuang, Audrey Douglass, Tori Evans, Tamiya Lewis, Sam McWilliams, Sydney Moss, Natalie Peterson, Jan Ravnik, Natalie Reid, Kameron Saunders, Kevin Scheitzbach, Raphael Thomas û Whyley Yoshimura têde cih digirin.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Face to Face / Derhêner Velid El Halafavi
- Taylor Swift: The Eras Tour / Derhêner Sam Wrench
- Anatomy of a Fall / Derhêner Justine Triet
- Five Nights at Freddy’s / Derhêner Emma Tammi
- Ataturk 1881-1919 / Derhêner Mehmet Ada Oztekin
- Ayna Ayna / Derhêner Belmin Soylemez
- Zir-i Cin 2 / Derhêner Burak Kuçuk