Diyarname
Hostayê dûdikê Djivan Gasparyan li Ermenistanê di 92 saliya xwe de mir.
Djivan Gasparyan di sala 1928'an de li Solag a Ermenistanê hatiye dinê. Di jiyana xwe de li gelek cihan bi dûdikê konser dan, di nav konseran de cih girt. Neviyê wî Ciwan Gasparyan Jr. ji ser hesabê xwe yê facebookê re ragihand ku kalê wî miriye. Gasparsan ji bo kalê xwe wisa nivîsî, "Îşev dinyayê bi qasî neyê xeyalkirin windayiyeke mezin jiya. Ew ne tenê îkon, di heman demê de rihek xweşik bû. Bila di nav aramiyê de razê."
Vaye li ser Djivan Gasparyan hin agahî:
- Malbata wî di destpêka sedsala 20'an de ji ber komkujiyê ji Mûşê koç kir. Ew li Solaga Ermenistanê hat dinê.
- Di 6 saliya xwe de dest bi lêdana dûdikê kir. 1948'an de di nav Orkestrana Filarmonî ya Ermenistanê de cih girt.
- UNESCO'yê di salên 1959, 1962, 1973 û 1980 de, çar caran medelye da wî.
- Di sala 1973'yan de pênaseya Hunermendê Gel ê Ermenistanê ji Ermenistanê girt.
- Di sala 2002'yan de ji WOMEKS ("WOMEX", World Music Ekspo) Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de girt.
- Di sala 2010'an de dema Eva Rivas bi strana "Apricot Stone" di Eurovisiconê de li ser navê Ermenistanê di pêşbaziyê de bû wî jî li dûdikê dida û bi vê bûbû kesê herî extiyar ku di Pêşbaziya Stranan a Eurovisionê de permormansê pêşkêş dike.
- Ligel fîlmên "Gladyator" û "Ronin" di nav xebata muzîka gelek fîlman cih girt.
Foto ji faceya Ciwan Gasparyan hatiye girtin