'Girtîgeh cihên afirandina fîlmên Yilmaz Guney bû'
Diyarname
Di salvegera wefata Yilmaz Guney de ji bo bîranîna wî gotûbêjek li dar ket, 'Rê' hat nîþandayîn. Di gotûbêjê de Zahit Atam wisa got: "Her girtîgehek ji bo afirîneriya fîlmên Yilmaz Guney bû cihwarek."
Navdartirîn derhênerê Tirkiyeyê Yilmaz Guney di 9'ê rezbera 1984'an de li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Yilmaz Guney ku ji bo mafên gelan têkoþîn da, pirsgirêkên Tirkiyeyê kiþand fîlm, di jiyana xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ma, hat binçavkirin, hat girtin û di dawiyê de ji mecbûrî derket derveyî Tirkiyeyê û dest bi jiyana sirgûniyê kir. Guney ku li dû xwe gelek fîlmên navdar ên xelatgir hiþt, di salvegera wefata xwe re li Navenda Çanda Nazim Hîkmet bi gotûbêjek hat bibîranîn. Þanoger Orhan Aydin, lîstikvan-hunermend Ayþe Emel Mesçi û rexnegirê sînemayê Zahit Atam beþdarê gotûbêjê bû.
Xwest fîlmê ciwanan bikiþîne
Ayþe Emel Mesçi ku gelek salan bi Yilmaz Guney re xebitî, di fîlmên wî de lîst, di gotûbêjê de li ser bîranîna xwe û Guney axivî û got: "Min di 11 saliya xwe de Yilmaz Guney nas kir. Di sala 74'an ez jî, ew jî bi efûya Ecevit em ji girtîgehê hatin berdan. Ez çûm min li taxa karkeran malek kirê kir û ez li wir mam. Ez wê demê anarþîst bûm. Rojekê gotin, 'Kekê Yilmaz gazî te dike dibêje bila ji wê taxa karkeran derkeve were.' Ez çûm, got; 'Derkeve ji wê derê. Tu hunermend î, were em hunerê, çandê bibin wê derê.' 5 fîlm di bîra wî de hebûn. Dixwest yek li ser karkerên madenê yên li Zonguldakê, yek li ser Çîngene Cemil ku wî dê ev rol bilîsta. Yek li ser birjûvazî û yek jî dê li ser Tevgera Ciwanan fîlm bikiþanda. Yê pêncan nayê bîra min. Yilmaz Guney digot emê sînemaya kolektîf ava bikin, platoya sînemayê, setên karkerên sînemayê ava bikin."
Mesçi li ser pênasa "Çîrkîn Kral" (Kralê Neqeþeng) a Guney jî axivî û wisa got: "Yilmaz Guney ne ku neqeþeng bû. Ew qeþeng bû, gelek xweþik bû. Ji ber ku wî li hemberî pergalê serî hildida jêre gotin Kralê Neqeþeng."
Guney ji bo mirovan diket nav metirksiyê
Rexnegir Zahit Atam jî da zanîn ku Yilmaz Guney di sala 1963'yan de dest bi avakirina sînemaya xwe kiriye û wiha berdewam kir: "Bi Yilmaz Guney re gelek hevpeyvîn hatin kirin. Ew hevpeyvîn li Tirkiyeyê hevpeyvînên gelek baþ bûn ku bi derhênerekî re hatine kirin. Di salên 1970'yî de Guney ji ber ku di nav bûyerên siyasî de bû rayedarên dewletê jêre gotin ku dev ji van karan berde, lê wî guh neda wan."
Atam di axaftina xwe de got, "Her girtîgehek ji bo afirîneriya fîlmên Yilmaz Guney bû cihwarek" û wiha gotina xwe berdewam kir: "Ew çend caran ket girtîgehê. Derdekî wî hebû. Di girtîgehê de yek ji kesên ku çû serdana wî jî derhêner Elia Kazan bû. Kazan piþtî vegera serdanê wisa gotibû, 'Ez ji bo vî zilamî di nav metirsiyê de me'. Yilmaz Guney li ser vê fikirî bû lê wisa got: 'Belê mirov ji bo dikevin nav metirsiyê lê ez jî ji bo hinên din di nav metirsiyê de me' Yilmaz Guney ji bo mirovan di nav metirsiyan de bû."
Ji ber 'Kurdistan'ê lêpirsîn vekirin
Zahit Atam li ser fîlmê "Yol" (Rê) ku Guney senaryoya wî nivîsandiye jî ev tiþt anî ziman: "Yilmaz Guney bi Rê xwest portreya Tirkiyeyê pêþkêþ bike. Di senaryoya wî de çîroka 11 girtiyan hebû, lê ji ber ku Þerif Goren got ku ne mimkûn e di van mercan de ev bê kiþandin lewma çîroka 6 girtiyan kiþand. Guney di fîlmê Rê de li ser Firatê nivîsa Kurdistan dinivîse bi cih kir. Ji ber vê yekê der barê hemû lîstikvanan de lêpirsîn hate dest pê kirin. Fîlm hat qedexekirin, Yilmaz Guney sirgûnî ma. Piþtî salên 1990'î nivîsa Kurdistan ji fîlm hate derxistin û Rê bi vî awayî ji nû ve li Tirkiyeyê hat nîþandayîn. Rê heta niha tekane fîlmê ji Tirkiyeyê ye ku li dinyayê gelek lê hatiye temaþekirin."
Þanoger Orhan Aydin jî li ser sendîkavanî, rêxistinîbûna Yilmaz Guney axivî û wiha got: "Yilmaz Guney qîmet dida rêxistinbûnê. Bi wî re fikra avakirina Sendîkaya Sosyalîst û Þoreþger hebû. Bi xebata wî di sala 76'an de komeleyeke hate avakirin û dûre ev komele veguherî bû rêxistina sînemageran Sîne-Sen. Di 1'ê Gulana 1977'an de û di 1'ê Gulanên wê demê de sînemager di bin pankarta Sîne-Senê de dimeþiyan."
Di çarçoveya bîranînê de piþtî gotûbêjê li bexçeya servekirî ya Navenda Çanda Nazim Hîkmet fîlmê "Yol" hat nîþandayîn.
***
Bi þertê nîþandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîþandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.