logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'
  2. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  3. 4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn
  4. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  5. 260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan
news-details

Don Kîşot li Amedê derdikeve ser dikê

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û w

  • Dîrok: 28/06/2021
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Fahrettîn KILIÇ - Eylem AKDAG / AMED / MA

Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstikek nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car lîstika Don Kîşot bi kurdî hat amadekirin û wê di 29’ê hezîranê de promiyera lîstikê bê pêşkêşkirin.

Şanoya Bajêr a Amedê di qada şanoya kurdî de her ku diçe bi lîstikên nû derdikeve pêşberî şanohezan. Yekem car e ku romana Don Kîşot (Don Kîxot) wekî lîstikeke bi kurdî derdikeve ser dikê. Lîstik ji romana Miguel De Cervantes a Don Kîşot hatiye wergirtin. Ferhad Feqî ku şanonameya lîstikê amade kiriye di heman demê de derhêneriya lîstikê jî dike. Lîstik ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin.

Lîstikvanên Şanoya Bajêr Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz di lîstikê de dilîzin. Wê lîstik sibê derkeve ser dika Şanoya Bajêr a Amedê û promiyera wê were pêşkêşkirin. Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş derbarê lîstikê û xebatên xwe de ji bo ajansa me axivî.

PROMIYERA WÊ LI DAR DIKEVE

Ozcan Ateş da zanîn ku berî pênc salan jî xwestibûn lîstika Don Kîşot bilîzin lê ji ber şert û mercan nikaribûn bilîzin û wiha got: “Wê demê jî derhenêrê lîstikê Ferhad Feqî bû. Ferhad Feqî li Almanyayê dijî û karê şanoyê dike. Don Kîşot fikra wî bû. Piştî 5 salan li ser xebitî, hin sehne ji romana Cervantes derxist û ji wan şanonameyek çêkir. Pişt re li me geriya û got ‘ez dixwazim em bi hev re vê lîstika Don Kîşot bilîzin’. Me jî wekî Şanoya Bajêr a Amedê biryar da ku em bilîzin. Niha em xebatên wê didomînin. Qasî 2-3 meh in em li ser dixebitin. Niha li ber haziriyê ye. Em ê di 29 û 30’ê hezîranê/pûxperê de promiyera wê çêbikin û derkevin pêş temaşevanan.”

‘DIXWAZE BINDEST Û MAZLÛMAN BIPARÊZE’

Ateş qala naveroka lîstika Don Kîşot kir û wiha axivî: “Don Kîşot çîrokên şovalyeyan dixwîne û derdikeve rêyekê, dixwaze bindestan û mazlûman biparêze. Li hemberî kesên ku zilmê dikin, dixwaze li cem yên bindest bisekine û wan biparêze. Armanca me ya lîstikê nîşandana rastiyekê ye. Em di lîstikê de rastiyê û nerastiyê bi hev re didin nîşandan.”

WÊ DERKEVIN TURNEYAN

Ateş xwest ku xwe bigihînin hemû bajarên ku kurd lê dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku me li Amedê ev lîstik du caran pêşkeş kir, em difikirin mehekê navber bidinê. Piştî mehekê wê turneya lîstikê çêbibe. Li metropolên Tirkiyeyê jî wê turne li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene û Mêrsînê jî li dar bikeve. Heke pêdivî pê çêbibe car caran em ê li Ewropayê jî turneyan çêbikin.”

‘EM VALA NESEKININ’ 

Ateş got ku şewba vîrûsa coronayê wekî hemû beşên kar bandora xwe li xebatên çandî jî kir û wiha dom kir: “Em di vê pêvajoyê de jî vala nesikînin. Rast e me nikaribû şanoyê bilîzin lê ji xeynî şanoyê me xebatên bernameya henekan 'Hinek Henek' dan destpêkirin. Em zêdetir li ser vê sekinînin. Ji ber me nikaribû lîstikên şanoyê li ser dikê nîşanî temaşevanan bida em li ser medya civakî û ekranên televîzyonan derketin pêşberî şanohezan. Niha jî çiqas bandora pandemiyê hebe jî eleqeyek jî heye.”

AMADEKARIYA LÎSTIKEK NÛ

Lîstikvan Ozcan Ateş got ku ji bo serdema nû ew amadekariya lîstikeke nû dikin û wiha got: “Niha navê lîstikê ne diyar e lê wê di nava serdema nû de xebateke din dest pê bike. Em zêdetir li ser lîstikên zarokan difikirin. Divê teqez em lîstikeke ji bo zarokan çêbikin.”

‘EM BI SAYA TEMAŞEVANAN LI SER PIYAN IN’ 

Ateş diyar kir ku temaşevan bi awayekî rehet dikarin li şanoya wan temaşe bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Temaşevan pir bi rihetî dikarin werin lîstikan temaşe bikin. Ji ber ku me bergiriyên pandemiyê girtine. Em bi saya temaşevanan li ser piya ne, em sipasiya temaşevan û xelkê xwe dikin ku temaşeyî lîstikên me dikin.” 

 


Parve Bike

Youtube Me

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

news
  • 17 04 2026

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

news
  • 17 04 2026

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

news
  • 17 04 2026

260 zarokên biçûk birin şahiya dengbêjan

news
  • 11 04 2026

Dawiya hefteyê hin çalakî

news
  • 10 04 2026

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Jinên Newroza Amedê

ad

Hunermendên elewî Cem TV boykot dikin

ad

Farqînî: Hûn bi pêlavên xwe nakevin hundir, bi zimanekî din jî nekevin hundir

ad

170 kesên navdar li ser Efrînê name ji bo hikumetê şandin

ad

"Rojev" sibê derdikeve

ad

Kurê Charlie Chaplin Sydney mir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

  • 16 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

4 nîv fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

  • 16 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname